Partiyên siyasî û rêxistinên kedê yên bajar û bi sedan welatî çûn herêmê maşîneyên kar xebat lê dikirin. Piştî welatî ber bi herêmê ve meşiyan xebat dan rawestandin û bi TIR'an maşîneyên kar birin navenda Dêrsîmê. Gundiyên bi girseyê re cihê înşatê li hemberî dîmenên dîtin bertekên xwe anîn ziman. Jinekî pîr a ku bi Kurdî axivî wiha got: "Ev der ziyaretên me ne. Em her sal vir qurbanê serjê dikin. Em ne li vir û ne jî li tu cihên din ên Dêrsîmê qereqolan naxwazin. Ka dê aştî hatiba ev qereqol çima tên çêkirin."

'Pêvajoya aştiyê sabote nekin'

Wekîlê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Dêrsîmê Sînan Kirmiziçîçek daxuyanî xwend û wiha got: "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de bi peyama ji aliyê hemû cîhanê ve hate erêkirin pêvajoyekî nû da dest pê kirin. Rayedarên KCK'ê ji bo pevajo bi awayekî rêk û pêk pêk bê agirbest îlan kirin. Rayedarên dewletê û hikûmetê ev gav weke erenî nirxand. Rayedarên dewletê û hikûmetê her tim daxuyaniyên bi biryar dê tevbigiren. Ligel vê yekê tê gotin dê li Geliyê Pilemûriyê 21 qereqol bên çêkirin." Kirmiziçîçek wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji van yek dê li herêma Alacik a Çiyayê Zel bê çêkirin û xebatên wê hatin destpêkirin. Qereqolekî din jî li cihê em niha lê li herêma Pax a gundê Sînanê bê çêkirin. Li vir ligel Kelehya Sînan a dîrok gelek ziyaret li vir in. Bi vê yekê dîrokê texrîp dikin. Heke dê aştî pêk bê ev qereqol çi ne. Gelê Dêrsîmê li vir bang li hikûmetê dike. Dest ji qereqolên dîrok û çanda me winda dikin berdin."

Nûnerê ÎHD'ê Prz. Bariş Yildirim jî diyar kir ku 30 salin li Dêrsîmê Qereqol tên çêkirin û vê yekê ji bilî pevçûnan tu tiştên din bi xwe re neanîn û wiha got: "Bi çêkirina qereqolan ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Em dibêjin pêvajoya aştiyê sabote nekin. Ev der di heman demê de qada çand û tabîatan e. Em makezagona we bi bîra we dixin. Êdî dest ji van polîtîkayên qirkirinê berdin. Em dê li hemberî vê bêhiqûqiyê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. 

DÎHA/DÊRSÎM