Çalakiya Mertalên Zindî ya li dijî gefên dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser sînorê Kantona Girê Spî hatibû destpêkirin di roja 8’an de didome. Çalakî li taxa Munbetih a kantona Girê Spî li ser sînorê di navbera Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de bi tevlîbûna şêniyên kantonê dewam dike. Di çalakiyê de Hevserokê berê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Girê Spî Mensûr El-Selûm axaftinak kir û got: “Xelkê herêmê bi saya şoreşa demokratîk di nava ewlehî û aramiyê de ye. Ev şoreş li ser bingehê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ya ku tê de hezkirin û jiyana hevbeş heye hatiye avakirin, niha jî em encamên wê digirin.”
Erdogan dagirker e
El-Selûm bang li welatiyên Sûriyê yên destekê didin siyasetên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Peyama min ji Sûriyên ku serî daxistine û xwe xistine hembêza dagirker Erdogan, bila bizanin ku dema wan xilas dibe. Gelek caran me bang li wan kiriye ku vegerin welatê xwe. Erdogan dagirker e, ji bo armancên xwe yên dagirkirinê pêk bîne we dixapîne. Dixwaze têkçûna xwe ya aborî, siyasî û leşkerî bi hinceta ewlehiya sînor bigire.”
Em destûrê nadin dagirkeran
Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Girê Spî Îzet El-Hermê, Hevseroka Meclîsa Navçeya Silûkê Fatima Himêdî, endamê Meclîsa Girê Spî Mustefa Bozo û Hevseroka Meclîsa Bajaroka Elî Baciliyê Zerîfa Qewas axivîn û gotin, ew ê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk yên li ser herêmê bisekinin.
ANHA / GIRÊ SPÎ