Şêniyên wargeha şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û dorpêçiya PDK’ê dest bi meşeke bi heybet kirin. Wargeha penaberan a Mexmûrê di bin zext û dorpêça PDK’ê de ye. Asayîşa PDK’ê ev 12 roje nahêle şêniyên Mexmûrê biçin Hewlêrê. Nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker û welatî her roj ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên vegerandin. Herwiha aqûbeta 2 ciwanên Mexmûrê jî nayê zanîn. Li hemberî vê helwestê doh bi hezaran şêniyên Mexmûrê li ber derê Şaredariya Wargehê kombûn û xwestin ber bi Hewlêrê bimeşin.
Şêniyên Mexmûrê hîn ji wargehê derneketin, ji aliyê leşkerên artêşa Iraqê ve hatin astengkirin. Bi sedan leşkerên Iraqê rê li Mexmûriyan girtin û nehiştin ji wargehê derkevin.Şêniyên Mexmûrê bi israrin ku ber bi Hewlêrê bimeşin û daxwaza rê vekirinê dikin.
ANF/MEXMÛR