WARAN HEWREMAN / ROJNEWS / BEHDÎNAN
Gerîlaya ji herêma Biradost a ser bi Hewlêrê, Şîlan Viyan li dijî dagirkeriya Tirk a li Biradostê tevlî nav refên gerîla bû. Şîlan a ji Bradostê niha li Rojhilatê Kurdistanê di nava refên HPJ-YRK’ê de têdikoşe û dibêje, “Axa me li ber çavê me dihate daigrkirin û me nedikarî tiştekî bikin. Vê hêrsa min mezin kir û bû sedem ku ez tevlî nav refên gerîla bibim.”
Jineke ciwan a ji herêma Bradostê ye Şîlan Viyan. Ew sala 2017’an tevlî nav refên gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû. Şîlan Viyan weke helwêsteke li dijî dagirkirina Kurdistanê û bi taybet jî Başûrê Kurdistanê, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û niha di nava refên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û Hêzên Parastina Jinê (HPJ) de têdikoşe.
Şîlan Viyan sedema tevlîbûna xwe ya nav refên gerîlayan wiha vedibêje, “Kurd di pêvajoyeke zehf giran re derbas dibin. Li ser Rêbertiya me jî tecrîdeke giran heye. Dewleta Tirk jî dixwaze Kurdistanê bi temamî dagir bike. Dagirkeriya Tirk a li Bradostê hêrsa gel zehf rakir. Li ber çavê me, axa me dagir dikirin û me nedikarî tiştekî bikin. Ev yek pirr bi min zor bû. Li hemberê vê, min weke helwêst biryara tevlîbûna nav refên gerîla da.”
Viyan Soran pêşenga wê ye
Şîlan Viyan her wiha diyar dike ku ew Viyan Soran jî bandor li wê kiriye û dibêje, “Çalakî û jiyana hevala Viyan ji min re cihê mereqê bû. Ji ber vê jî min paşnavê xwe kir Viyan. Jixwe, ez ji ber vê di meha Sibatê de ku hem salvegera komploya li dijî Rêbertiyê ye hem jî salvegera şahadeta hevala Viyan e, tevlî nav refên gerîla bûm. Min xwest bi vî awayî di rêya şehîd Viyan de bimeşim. Niha ez di nava gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê de me. Dema ez tevlî nav refên gerîla jî bûm, weke ez nû hatibim dinê, kêfxweş bûm. Heta em bi Rêberê xwe re di Kurdistaneke azad de hev nebînin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
´Li dijî dagirkeriya Başûr derman gerîlabûn e´
Gerîlaya ji Bradostê, gelê Başûr yê li dijî dagirkeriya Tirk derketiye silav kir û got, “Ez silavên xwe ji bo gelê Başûr dişînim. Min weke keçeke Başûr dagirkerî qebûl nekir. Pêwîst e ciwanên Başûrê Kuridstanê vê zilma li ser gel qebûl nekin û ji bo dagirkeriyê jî têk bibin, pêwîst e ciwan tevlî nav refên gerîla bibin. Serhildana Dêralok û Şêladizê bersiveke mezin bû ji bo dewleta Tirk. Lê pêwîst e bidome.”
Ciwanên Başûr bila rêya Rêber Apo hilbijêrin
Şîlan Viyan di dawiyê de îşaret bi gîringiya têkoşîna jinên Başûrê Kurdistanê jî kir û got, “Rêber Apo dibêje, şoreşa Başûr şoreşa jinê ye. Bir rastî jî heger tevgerek li Başûr çêbe, ew jî wê bi pêşengiya jinê pêk were. Ji bo jinên Başûr zilma li ser xwe hilweşînin tenê rêyeke wan heye, ew jî hilbijartina rêya Rêber Apo ye. Ji bo vê divê jinên Başûr weke helwêsteke li dijî tecrîdê tevlî nav refên gerîla bibin.”