Eniya Piştgiriya Efrînê serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ya li Silêmaniyê kir. Li gorî agahiyan, ew ê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê konferansekê li lidar bixin û çend çalakiyên din jî bikin.
Li Silêmaniyê şandeyek ji Eniya Piştgiriya Efrînê çû serdana Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê. Şande ji aliyê Hevserokê Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, Dr. Cewîdan Hesen û çend endamên din ên nûnertiyê ve hate pêşawazîkirin. Di hevdîtinê de rewşa Rojavayê Kurdistanê hate nirxandin.
Ji şandeya ji 14 kesan, Cebar Mihemed têkildarî armancên eniyê got, “Ev enî wê tenê bi Silêmaniyê re sînordar nemîne. Em ê kom bibin û kar li ser rêze-çalakiyan bikin. Em ê serdana konsolosxaneya Emerîka bikin. Em ê raporekê li ser binpêkirinên dewleta Tirk ên li Efrînê pêşkêş bikin.”
Cebar Mihemed eşkere kir ku biryar dane ku di demeke nêzîk de li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û dagirkeriya dewleta Tirk, konferansekê li dar bixin û wiha peyivî: “Ji bo mijarên konferansê, em ê çend komîsyona ava bikin da ku serdana aliyên siyasî bikin.”
SILÊMANÎ