Meclîsa Şehba, têkildarî xirakirina 80 gundan û koçkirina sivîlan daxuyaniyek da. Meclîsê bang li gelên Marea û Ezazê kirin ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rawestin. 

Ji 24`ê Tebaxa 2016`an de, bi dagirkirina Tirkiye ji herêmê re, gavên guhertinên demografî destpê kirin û bi hezaran ji şêniyên herêmê bi darê zorê neçarî koçberiyê bûn û ji di dêvla wan penaberên taxên Weir ên Humis lê hatin bicihkirin. Meclîsa Herêmên Şehbayê bi armanca bal kişandina ser kiryarên artêşa Tirk a dagirker li herêma Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Hat diyarkirin ku ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, dewleta Tirk tevî çeteyên xwe bi hinceta şerê dijî Kurdan hewl dide herêmên Şahbayê dagir bike, lewma bi hemû cureyên çekên giran ev ax topbaran kirin, derdora 80 gundên Kurdan şewitandin û bi darê zorê sivîl jê derxistin, her wiha gelek welatî revandin. 


Herêmên rizgarkirî biparêzin

Meclîsê dest nîşan kir ku divê gel li herêmên rizgarkirî xwedî derkeve û got: “Em bang li welatiyên xwe yên bajarê Ezaz û bajaroka Marea dikin ku li hember dagirkeriya Tirkiyeyê rawestin. Dema yekîtî û hevgirtina li hember dagirkeran hatiye.“ 


 ŞEHBA