Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûn her ku diçe zede dibin. Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li bajarên Bern û Solothurn ê Swîsreyê çalakî pêk anîn. Çalakî bi pêşengiya ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger li kantona Solothurn a Swîsreyê  pêk hat. Ciwanan li pireke li otobana Bern-Zurichê du pankartên bi nivîsa “Erdogan kujerê pitikan e, ji Kurdistanê bicehime” daliqandin.

Li Bernê jî ciwan li qadan bûn

Ciwanên Kurd li bajarê Bernê jî bi heman armancê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û ala KCK’ê hatin hildan. Ciwanan bi yek dengî dagirkerî şermezar kir û bang li ciwanan kirin ku li dijî êrişan bê deng nemînin.

ANF/SOLOTHURN