Mertalên Zindî yên li Binarê Qendîlê, ev 8 roj in li dijî dagirkeriyê di nava çalakiyê de ne. Çalakgeran bang li xelkê Başûrê Kurdistanê hemûyî kir da ku li dijî dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Ciwanên Welatparêz yên Başûrê Kurdistanê gotin, armanca dewleta Tirk dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.
Ciwanê bi navê Mîrşad Silêmanî got, dewleta Tirk eşkere êrişî Başûrê Kurdistanê dike û li herêma Başûrê Kurdistanê baregehên xwe ava dike. Dewleta Tirk bi van hewldanên xwe dixwaze Başûrê Kurdistanê hemûyî dagir bike. Lê ji bo vê bersiva me jî heye û ji bo parastina xaka Başûrê Kurdistanê me dest bi vê çalakiyê kiriye.” Mîrşad di dawiya axaftina xwe de bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kir da ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwedî helwest be û rê nede dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bigihê armanca xwe.
Dewleta Tirk li Kerkûkê jî dagirker e
Ciwanekî din yê bi navê Başûr Soran jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Soran got, ew li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Kerkûk û herêmên din yên Başûrê Kurdistanê ye, lema jî tevlî çalakiya Mertalên Zindî bûye. Soran jî bang li her kesî kir ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dengê xwe bilind bikin û nerazîbuna xwe bînin ziman.
ROJNEWS / SILÊMANÎ