Yek ji saziyên van ciwanan jî Buroya Ciwanan a Konseya Welat a Ereb e ku di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de xwe bi rêxistin kiriye. Endamê rêveberiya buroyê Yahma Mahmûd dagirkeriya dewleta Tirk ji ajansa me re nirxand û got, “Em dixwazin di nava Sûriyeyê de bi rengekî demokratîk bijîn. Em dewleta Tirk baş nas dikin. Dagirkeriya Tirkiyeyê li dijî biraiya gelên Sûriyeyê hatiye kirin.”
Mahmûd bi berdewamî got, “Di serî de ciwanên li Cerablûs û Minbicê ez bang li hemû ciwanên Rojavayî û Sûriyeyî dikim, ku li ber vê dagirkeriyê rabin. Weke ciwanên Sûriyeyî lazim e em li dijî vê dagirkeriya Tirkiyeyê şer bikin û nehêlin di nava axa me de zêdegaviyê bike.Dewleta Tirk li dijî biratiya gelan e. Em bi ruhekî fedayî vê dagirkeriyê şermezar dikin.”
‘Divê em dawî li dagirkeriyê bînin‘
Yahya Naîf Mahmûd bang li hemû ciwanên Sûriyeyê bi taybetî ciwanên Ereb kir, ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, ji bo parastina ax, rûmet û jiyana xwe tevlî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bibin û got, “Ji ber ku QSD ji aliyê gelên Sûriyeyê ve ji bo parastina welat û jiyana xwe, hatiye avakirin. Em bang li ciwanan û gelên xwe dikin, ku dest bidin hev û QSD’ê mezin bikin û dawî li dagirkeriya dewleta Tirk û terorê bînin.”
QAMIŞLO