Gerîlayên HPG´ê û YJA Starê li Xakurkê, Colemêrgê, navçeya Elkê ya Şirnexê û navçeya Mehsert a Mêrdînê çalakî pêk anîn. Di van çakakiyan de bi kêmanî 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û gelek kozik û çeperên wan hatin rûxandin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de li ser çalakiyan ev agahî hatin parvekirin: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî tevgera dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê 16’ê Hezîranê li Girê Şehîd Bager çalakiyeke sabotajê pêk hat. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
2 çeper hatin rûxandin
15’ê Hezîranê, gerîlayan li dijî Qereqola Deştanê ya girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrêg çalakiyek li dar xistin. Gerîlayan ji du baskan ve li çeper û kozikên dijmin hatin xistin, 2 çeper hatin rûxandin, bi qasî hate zelalkirin leşkerek hat kuştin.
Li Şirnex û Mêrdînê lê dan
12’ê Hezîranê li devera Şêxler a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket. Têkildarî agahiyên li ser vê mijarê em ê piştre agahiyan bi raya giştî re pave bikin. 12’ê Hezîranê hêzên me li geliyê gundê Kurikê yê girêdayî navçeya Mehsert a Mêrdînê rastî hêzên dijmin hatin, li vir şer rû da. Piştî şerekî demkurt, artêşa Tirk bi balafirên şer qad bombe kir. Di vî şer û bomberdûmanê de ti winahiyên hêzên me nîne. Piştî bomberdûmanê ji bo şewata li herêmê bê vemirandin welatiyan xwestin biçin agir vemirînin, lê hêzên dagirker rê nedane welatiyan.”
ANF/BEHDÎNAN