Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, li Başûrê Kurdistanê ev çend roj in dest bi rêzehevdîtina kiriye. Şande ji Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen, serokê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî, serokê Partiya Çepgir a Kurdî ya Sûrî Mihemed Mûsa, cîgirê serokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix pêk tê.
Şande doh li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî). Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulllah şande pêşwazî kir. Di hevdîtinê de metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk û yekîtiya gelê Kurd hat guftûgokirin.
Em ê destkeftiyên xwe biparêzin
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen der barê naveroka hevdîtinê de axivî û got; “Me guftûgo li ser çawaniya parastina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê kir ku destkeftiyeke girîng e ji bo gelê Kurd. Başûrê Kurdistanê jî di qonaxek girîng re derbas dibe. Li ser vî bingehî ka em ê çawa yek helwest bin guftûgo hate kirin.”
Şahoz Hesen bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê û wiha got; “Ji aliyê hêzên dagirker û bi taybet dewleta Tirk ve êriş û zilmeke mezin li ser Kurdistanê tê meşandin. Lewma me girîng dît ku Kurd bi helwesteke yekgirtî li dijî dagirkeriyê derkevin.”
Divê em bi hev re li dij derkevin
Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Abdullah jî got;”Li Başûrê Kurdistanê ji aliyekî ve êriş û dagirkerî heye, ji aliyê din ve dexlûdanê cotkaran tê şewitandin û Kurdan birçî dihêlin. Li gorî me ev planek giştiye li ser Kurdistanê. Lewma divê em bi hev re li dijî van planan derkevin.”
Ji bo helwesta neteweyî
Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji 12’ê Hezîranê ve li Başûrê Kurdistanê hevdîtina dike. Heta niha, li gel Tevgera Goran, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê û çend hêzên din civiyaye.
ROJNEWS/SILÊMANÎ