Heyeta Rojava ji bo yekîtiya netewî rêzecivînan li dar dixe.

Heyeteke Rojavayê Kurdistanê ku ji partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, ji bo li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a di serî de li Kurdistan û başûrê Kurdistanê, dîsa pêkhatina Yekîtiya Netewî, li Başûr rêze civinan li dar dixe.

Heyeta ji serok û rêveberên partiyên siyasî yên di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirin, 12’ê Hezîranê derbazî Başûrê Kurdistanê bû,  ji bo Yekîtiya Netewî û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê bi taybet Başûrê Kurdistanê, bi partî û aliyên siyasî yên Kurdistanî re dest bi rêzecivînan kir.

Heyetê serdana Tevgera Goran kir

Di çarçoveya hevdîtinan de heyetê destpêkê serdana Tevgera Goran kir. Heyet li Silêmanî ji aliyê Serkokê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî û rayedarên din ên tevgerê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî hevdîtinê li ser navê heyetê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku qonaxa ku niha Kurdistan têde ye li her çar parçeyên Kurdistanê qonaxeke girîng e. Hesen got: “Li her alî dijminahî û dagirkeriya dewleta Tirk heye û bandora wê pir zêde ye. Pêwîst e ku helwesta Kurdan a li dijî vê dagirkeriyê jî yek be.

Civînên heyeta Rojava ya aliyên siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûr didome û heyetê serdana navenda siyasî ya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistan (YNK) kir. Heyet li gel Alîkarê Serokê giştî yê YNK’ê Kosret Resûl civiya. Mijarên sereke ya civîna heyeta Rojava û YNK’ê li ser yekîtiya netewî û êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser xaka Kurdistanê bû.

Rojev dagirkeriya dewleta Tirk e

Endamê Şandeyê û berpirsê Giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku di civînê de dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Kurdistanê hatiye nirxandin û weha got: “Me di civînê de êrişên dewleta Tirk nirxand ku ev êrîş ne tenê li dijî PKK’ê tên kirin, di heman demê de li ser pêşmergeyane jî. Bi taybet jî li dijî ew destkeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne. Dixwazin bi van êrîşan daxwazên me yên azadî û demokrasiyê tune bikin. Ji bo rewşa niha helwesta YNK’ê jî gelek nêzîk ya me ye. Helwesteke erêniye û pêşketineki berçav heye. Berê jî YNK xwedî helwestek diyar bû. Lê li gor me ev yek ne bes e. Pêwîst e ku hîn zêdetir kar û xebat bê kirin.”

‘Naveroka mijarê zêdetir neteweyî bû’

Heyet di çarçoveya rêzecivînên xwe de îro jî li Hewlêrê serdana Hizba Demokratîk a Kurdistan (HDK) û li navçeya koyê ya Hewlêrê jî serdana Hîzba Demokratîk a Kurdistan-Îranê (HDK-Î) kir.

Têkildarî naveroka civînê heyetê û HDK-Î Alîkarê Berpirsê Giştî û Berpirsê Navenda Siyasî ya HDK-î Hesen Şerefî di civîna çapemeniyê de got; “Naveroka civîna me piranî li ser mijarên netewî bû. Daxwaza heyeta Rojava ew bû ku hîn zêdetir partiyên Kurdan li gel hev di nava danûstandinan de bin. Her wiha xwestin ku hîn zêdetir guftûgo li ser rewşa Kurdistanê bikin, ji ber ku rewşa Rojhilata Navîn gelek hestiyar e.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN