Di daxuyaniyê de hişyariya ku DAIŞ wekî gihayekî jahrî di nava wan de ye li gelê Reqa hate kirin û wiha hate gotin: “Gelê me yê parêzgeha Reqayê û yên li derveyî sînor, êl û eşîrên Ereban, birayên me yên Kurd; DAIŞ li her gund û bajarokekî parêzgeha Reqayê wekî gihayekî jeherî hêşîn bû, mezin bû û wekî pençeşêrê xwe li ser zeîfî, qelsîtiya û perçebûna me dide jiyandin. Di nava me de wekî fesadan dixebite. Dînê DAIŞ’ê kuştin, xiyanet, xedir û fen e. Sedema vê yekê zeifî, qelsî û perçebûna me ye.”
Daxuyaniyên derew
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku îro piştî hêza DAIŞ’ê lawaz bû û têk çû, her wiha piştî ku fêm kir ji aliyê Artêşa Azad û tugayên mucahîdan ve li her derê hatiye dorpêçkirin, DAIŞ’ê jî serî li rêyên qirêj û li dijî exlaq dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku DAIŞ’ê çend çete anîne û li ser navê eşîran daxuyanî bi wan dane dayîn ku qaşo eşîrên Ereban li dijî Kurdan piştgiriya DAIŞ’ê dikin û wiha hate domandin: “Em wekî êl û eşîr dibêjin ku ew ji DAIŞ’ê dûr in û kesên daxuyanî dane jî, nûnertiya me nakin, her wiha bi pereyan anîne. Ev kesên hanê li hemberî xwîna şehîdan xiyanetê dikin û bi rûmeta girtiyên me dilîzin.”
Di daxuyaniyê gelê parêzgeha Reqayê hate hişyarkirin ku DAIŞ di nava wan de fikra ku ew li dijî Kurdan şer dikin belav dike û xelkê li ser vê xewnê sor dike û ev pirs hatin kirin: “Ev tişt ne rast e. DAIŞ dibêje ‘Kurd dijminên me ne, divê em vegerin hembêza DAIŞ’ê. Divê em li dijî Kurdan bikin yek.’ Di vir de em ji DAIŞ’ê pirs dikin û ji we jî dixwazin ku hun jî bi me re van pirsan bikin: ‘Gelo we rojekê bihîstiye ku Kurdan xedir li şoreşgerekî kiriye yan jî mucahidek bi hîliyan kuştiye, gelo Kurdan bi hezaran çalakvan û şoreşger girtine û îşkence li wan kiriye yan na, gelo dema me li hemberî hêza 17’an a rejîma şer dikir Kurdan em perçe yan jî şerê me kirine, gelo Kurdan gundekî me vala kiriye û malên wan talan kirine yan jî hilweşandine yan na?’ Van pirsan ji DAIŞ bikin, ew zêdetir bersivê di zanin, hun jî û em jî bersivê dizanin. Yezdanên dilovanê Mîhrîban jî dizane ka kî xedir dike, kî xiyanetê dike, kî kuştinê dike, xelkê dîl digire. Her wiha di zane ka kî alîgirê şoreşgeran, milet e û kî alîgirê rejîma xayîn e.”
Li dij lîstikan hişyarî
Di daxuyaniyê de ji gelê herêmê hate xwestin ku şîretan li zarokên xwe yên xwîn gerim ku DAIŞ’ê bi aqlê wan lîstine û bi pereyan ew kişandina riya xirab bikin ku ji komên DAIŞ’ê yên bîjî veqetin. Her wiha bila di pêşerojê nebin hedefa birayên xwe yên şoreşger û li dinya û axîretê ziyanê bibînin. Lez bikin xwe ji DAIŞ’ê bişon. Daxuyanî bi van gotinan bidawî bû: “Bila mala xayînan, yên xwedî tevlîhevî û fesadiyê xirab bibe. Lanet li DAIŞ û alîgirên wê be. Şerme ku yek li hemberî biraderên xwe çeka DAIŞ’ê ku sîxura Îran û rejîmê ye rake. Bijî êlên me yên Ereb ên resen ên bi rûmet. Bijî biratiya Kurd û Ereb.”
REQA
Ji bo Sûryaniyan banga yekîtiyê
Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî diyar kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li dijî destkeftiyên pêkhateyên herêmê û rêveberiya xweseriya demokratîk pêk tên. Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî bang li welatiyên Sûryanî kir ku biratiya xwe bi Kurd û Ereban re xurt bikin.
Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî derbarê êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê ku li dijî herêmên Kobanê pêk tên daxuyaniyek niviskî weşand. Di daxuyaniyê de ahte gotin ku herêma Kobanê rastî êrîşên komên çete yên DAIŞ'ê tên û ev tişt hate gotin: ''Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca têkbirina vîna gelê herêmê û koçberiya gelê Kurd ên li herêmên aram pêk hatiye. Ji van planan diyar dibe ku ev êrîş li dijî destkeftiyên şoreşa Rojava û îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên herêmên Kobanê, Cizîr û Efrînê pêk hatine.''
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelek herêmên ku Sûryanî û pêkhateyên din lê jiyan dikin jî rastî êrîşan hatin û wiha hate domandin: ''Êrşên çeteyan bû sedema mirina gelek sivîlan û tiris di nava welatiyan de belav bû. Ji êrîşên çeteyan diyar dibe ku ew di navbera hêzên leşkerî,sivîl, xiristyan û misilmanan cûdahiyê naxin nav êrîşên xwe de. Ji ber êrîşên wan gelek welatî koçber bûn û dest ji malên xwe berdan.''
Di daxuyaniyê hate destnîşan kirin ku Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî dê soza xwe ya berxwedanê ji bo parastina xak û welat bidomîne û dê îradeya xwe ya berxwedanê bidomîne û li pêşiya êrîşên çeteyan bibin mertal û wiha hate gotin: ''Em soz didin ku emê heta serkeftinê bersiva êrîşên bidin û em ê biserkevin.''
AMÛDÊ