Herdu alî, ji bo Heleb û derdora wê li dijî çeteyên DAIŞ’ê biparêzin di eniyek de bi hev re şer bikin, li hev kirin. Serokê heyata parastina Kantona Efrînê Abdo îbrahîm û li gel wan hin fermandarên YPG’ê, fermandarê giştî yê artêşa azad yê Helebê Abdul Cebbar Egidi û hin fermandarên artêşa sûriyê ya azad, di 22 Tebaxê nêzî bajarê Helebê hevdîtinek giring pêk hat. Serokê heyata parastina Kantona Efrînê Abdo îbrahîm ji AHNA’yê re daxuyakirin ku di 22 tebaxê hevdîtin li derdora bajarê Helebê ji bo dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Helebê YPG’e û artêşa sûriyê ya azad bi hevre tevbigerin û ji bo vê niqaşên pêwist hate kirin. Li ser daxwaza artêşa Sûriyê ya azad encam, niqaşên hevditinê hatî kirin, bakurê Helebê, hêzên YPG’e û artêşa azad ya Sûriyê li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê, biryar hat girtin ku bi hevre wek hêzek hevpar tevbigerin. Li gorî agahiyên ku Abdo îbrahîm dayîn, li gorî hevpeymana li hev kirin, artêşa azad komên derdora Helebê, hêzên YPG’e jî li dijî DAIŞ’ê bi hêzek hevpar şer bikin. Artêşa azad da diyar kirin ew ji hevditîn erênî derbaz bûye, berxwedanek hevpar û di parastinê de bi hêvîn . Hîna Serokê heyata parastina Kantona Efrînê Abdo îbrahîm û YPG’e ev çavkanî piştrast nekiriye û agahiyek din heye, aliyê kurd û YPG’e hevdîtin û hêza hevpar ya parastinê bi şert qebûl kiriye. Şertê bingehîn yê YPG’e ewe ku: “hêzên ku dixwazin bi me re bikevin têkiliyan û hêzek hevpar ava bikin, rewşa Kurdên herêmê, xweserî û taybet jî pêwîste Rêveberiya Rojava ya Xweser ya Demokrat qebûl bike.”
ANHA/EFRİN