Wasî û parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum Dînç, kurê Şeyhmus Poyraz Mazlum Poyraz û birayê wî Mehmet Poyraz û wasiyê Cumalî Karsu, Pervîn Oduncu roja duşemê çûn Girava Îmraliyê û bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Wasî û parêzerê Ocalan, Mazlum Dînç derbarê naveroka hevdîtinê de agahî dan DIHA´yê. Dînç ragihand ku Ocalan di hevdîtinê de behsa pirsgirêkên xwe yên tendûrîstiyê kirine. Ocalan wiha behsa tenduristiya xwe kir: "Her tim rondik ji çavên min tên û ez bi desmalê paqij dikim. Ez di bêhn girtinê de zehmetiyan dikêşim. Ez difikirim şertên giravê di vê yekê de bi bandor in. Nêzîkahiya li hemberî pirsgirêkên min ên tendûrîstiyê bi pêvajoya muzakereyê ve girêdayîye."


'Li dij DAIŞ'ê bibin yek'

Derbarê êrişên çeteyên DAIŞ'ê de Ocalan ev nirxandin kirin: "Ez di çapemeniyê de dişopînim. Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berdewam dikin, ketine Şengalê. Çeteyên DAIŞ'ê dixwazin bi destgirtina Şengal û Telaferê xetekê çêbikin û êrîşî Rojava bikin. Li hemberî vê yekê divê hêzên kurd li Silêmanî û heya Til Koçerê bigire. Divê li vê xetê qadekê pêk bînin. Kurd divê di vê mijarê de bi helwesta neteweyî û bi hevpar tevbigerin. Divê li hember çeteyên DAIŞ'ê têkoşîneke hevpar bidin. Çeteyên DAIŞ'ê gefa li pêşeroja demokratîk a gelê herêmê ya hevpar e. Divê li hemberî wan Tirkmen, Suryanî, kurd-êzîd û derdorên din ên civakê têkoşînek hevpar bimeşînin."

'Gazze çibe Rojava jî ew e'

Ocalan di hevdîtinê de got ku çeteyên DAIŞ'ê li ku derê hebe divê ji wir bên derxistin û gelê Rojava jî hemû jiyana xwe li gorî şer saz bike û wiha got: "Divê gelê Rojava hemû jiyana xwe li gor şer plan bike. Çiqas bidome divê gel li gorî şer jiyana xwe plan bike. Divê bi awayekî asayî neyê jiyîn. Çawa ku gelê Gazzeyê li gorî şertên şer dijî û jiyana xwe li gorî şer teşe dike divê gelê Rojava jî wisa bike. Gazze çibe Rojava jî ew e. Îsraîl çibe DAIŞ jî ew e. Îsraîla me jî çeteyên DAIŞ'ê ne."

´Bikevin tevgerê´

Hate zanîn ku di hevdîtinê de Ocalan çêkirina bendav, qereqol û HES'ên li Kurdistanê tên çêkirin jî rexne kir û di vê mijarê de wiha nirxandin kirin: "Li her derê Kurdistanê çêkirina bendav, HES û qereqolan berdewam dikin. Li her derê qereqolan çêkirin. Divê li hemberî van bertekên demokratîk bilind bibin. Bi vê rewşê şertên çareseriya demokratîk jî dikevin zorê. Ez bendava Farqînê û bendava Ilusuyê dişibînim Hîroşîma û Nagazakiyê." Ocalan hişyariyên xwe wiha dewam kir: "Tu qîmeta van bendavan a aborî tuneye. Bi tememî bi armanca ewlehiyê hatine çêkirin. Divê gelê me destûra van bendavên axê, demsalê xirab dikin û bi giştî li hemberî pergala-eko gefan pêk tîne nede. Divê gelê me yê bakur bertek û baldariya xwe hêj bêtir bilind bike. Partiyên siyasî yên kurd û saziyên kurd divê di vê çarçoveyê de polîtîkayên xwe li ber çava derbas bikin û bi gelê xwe re bê cem hev û peywara esasî ya yekparebûnê danî pêşiya xwe."

'Aboriya komunal a demokratîk'

Di hevdîtinê de mijara din a hate nirxandin kongreya PHD'ê bû. Ocalan di hevdîtinê de di vê mijarê de got, PHD dikarin li ser bingeha komîsyonên çareseriyê xebatan bimeşîne û wiha got: "Divê şaredarî bingeha aborya komunal a demokratîk pêk bînin. Divê hemû şaredarî di vê mijarê de lêhûrbûnên wan hebin. Pêvîst be her tim meclîsên şaredariyê bên cem hev û li ser avakirina aboriya komunal a demorkatîk nîqaşan bikin û dê çawa pratîze bikin biaxivin. Li Kurdistanê aboriya kampîtalîst nabe. Divê em aboriya komunal a demokratîk pêk bînin. Dibe ku kapîtalîzm ji sedî 10-15 hebe lê zêde nabe û divê nebe. Pêşgotineke Çînê heye 'riya hezar kîlometreyan bi gavekê dest pê dike' Divê di vê mijarê de demildest xebat bên destpêkirin."

'Kevirê aramê deriziye'

Ocalan di hevdîtinê de li ser pêvajoya diyalogê de jî wiha nirxandin kirin: Êdî kevirê aramê deriziye. Hêvî dikim ku di nava hefteyekê de pêvajoya muzakereyê dest pê bike. Di nava hefteyekê de du roj berî hilbijartinê û an jî piştî hilbijartinê divê derbasî pêvajoya muzakereyê bibin. Xeyala me ya herî mezin ew e ku em encama keda xwe ya watedar diyar gelên Tirkiyeyê bikin." Ocalan di hevdîtinê de têkildarî hilbijartina serokomariyê de jî wiha nirxandin kirin: "Dengên Demîrtaş ji sedî 10 darbas bibin ji bo muzaker dest pê bike dê bandoreke erenî bike." Hate hînbûn ku di hevdîtinê de Ocalan Serokomarê Iraqê yê nû Fuat Mahsum jî pîroz kir û têkildarî mijarê de wiha gotiye: "Ez serokomariya Fuat Mahsum a Iraqê pîroz dikim û jê re serkeftinê dixwazim. Ez bawer dikim ku peywira wî ya nû dê tevkariyê bide pêşeroja demokratîk a gelên Iraqê." Di hevdîtinê de herî dawî Ocalan silav ji gelê Şengal û Kobanê re şandin û wiha dawî li nirxandinên xwe anî: "Di serî de ji gelê me yê Şengal û Kobanê re ji hemû gelê me re ez heskirinên dil û can dişînim. Disa ji saziyên Ewropa, xebatên çapemeniya azad re serkeftinê dixwazim."

DIHA/STENBOL