Sazî, rêxistin û komeleyên Kurdistanî û Tirkiyeyiyan ên li Ewrûpayê li dijî dagirkirina şaredariyên bakurê Kurdistanê, daxuyaniyeke hevpar da û got,  “Em ê vê êrişa li dijî gelên me, li dijî îradeya demokratîk gelê Kurd a dîktatoriya AKP/MHP´ê ya faşîst  qebûl nakin, em bi şid wê rûreş dikin. Em dixwazin ku tavilê şaredarên hilbijartî li erka xwe bên vegerandin.

Em didin zanîn ku ji bo şikandina darbeya bi qeyûm û ji bo ku em koalîsyona şer a AKP/MHP´ê biavêjin sergînê dîrokê, em ê ji Ewrûpayê bi helwêst û pratîkeke yekgirtî têkoşîna li kurdistan û Tirkiyeyê xurt bikin.

Em bang li hêzên demokrasiyê yên koçber û yên cihî hemûyan dikin, li dijî xespkirina şaredariyên li kurdistanê dakevin meydanan û protestoyan bikin”

Di nava saziyên îmzeker de KCDK-E, nûneriya dêra ortodoks a Asûrî-Suryaniyan, AvEG-KON, TJK-E, ESU, Partiya Îslamiya Kurdistanê PÎK, NOR-ZARTONK Ewrûpa, ATÎK, Înîsiyatîfa Deryareşiyên Ewrûpayê, ADHK, NAV-YEK, Partiya Kesk a Çepgir Ewrûpa, Partiya Komunîst a Kurdistanê KKP, MŞD, CÎK, FEDA, Platforma Kogiriyiyên Ewrûpayê, Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V û gelek sazî, federasyon û konfederasyon cihê xwe digirin.

 

KOLN