Gelek rêxistinên çepgir ên Arjantînî ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven a di greva birçîbûnê de, nameyeke hevpar nivîsîn.

Name bi îmzeyên Alejandro Bodart û Celeste Fierro yên ji Tevgera Karker Çep-Sosyalîst a Nû, Vilma Ripol a ji Tevgera Çep, Guillermo Pacagnini yê ji Koma Çîna Neteweyî ya Neburokratîk, hate şandin.

Di nameyê de wiha hatiye nivîsandin: “Ji bo azadî û daxwazên rewa yên girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, ji Arjantînê em dixwazin piştevaniya xwe ya înternasyonal ji we re ragihînin.

Polîtîkayên zordar ên hikûmeta Erdogan ê dîktator, ne tenê zext û zilmê li gelê Kurd û lîderên Kurdan dike, her wiha sîstemeke zordar li gelê Tirk jî ferz dike. Di parastina mafên we yên demokratîk ên desteserkirî de, em bi we re ne û ji dil we silav dikin.”

Kongreya DYE´yê jî Guven dît

Li aliyê din Komîsyona Mafê mirovan a Kongreya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi peyamaeke li ser medyaya civakî, bal kişand ser çalakiya Leyla Guven. Di peyama xwe de komîsyonê got, “Parlamentera Kurd Leyla Guven a ji HDP´ê Çileyê 2018´an hat girtin ji ber ku rexne girtin li operasyona eskerî ya Tirkiyeyê ya li Sûrî. Ew niha di roja 77´an (îroj 79) a greva birçîbûnê de ye û siheta wê her nebaş dibe.” 

 

 BUENO AIRES