Gokkan ku li cihê dîwarê şermê tê lêkirin dest bi grevê kir, da zanîn ku dewleta tirk bi dîwarê şermê  qada bi mayîn diparêze. Gokkan diyar kir ku ligel çalakî û rojiya mirinê înşakirina dîwarê şermê didome û got rayedaran hêj daxuyaniyeke fermî bo wê nekiriye.

Gokkan anî ziman ku li Qeymeqam geriyaye û gotine dê jê re nivîsê bişîne û got tu belgeyeke fermî negiştiye wê. Gokkan wiha pê de çû: “Qeymeqam got wekê tê gotin dê dîwar ne du metre be û metreyek û 20 santim be.  Pirsgirêk ne ku dîwar çend metre be. Pirsgirêk înşakirina dîware.

‘Peymana Ottowa tê binpê kirin’

Bi lêkirina dîwarê şermê peymana Ottowa ya ku Tirkiye jî alîgirê wê ye tê binpêkirin û got dîwar qda bi mayîn diparêze. Çêkirina vî dîwarî sûce.  Ez ji rêveberiyên herêmî berpirsyarim. Tu agahdariyek nayê kirin. Serokwezîrê tirk Erdogan ji bo dîwarê li Filîstinê hatiye avakirin got ‘dîwarê şermê’ û liv ir jî peyama ‘Emdê dîwarê şermê Înşa bikin, hunê jî binêrin’ da. Divê sedema înşakirina dîwar bê aşkerakirin.
Şaredara Nisêbînê Gokkan ku şeva xwe li ber dîwarê tê înşakirin derbas kir, kesên tên serdana wê jî desturê nadin nêzê wê bibin. Gokkan got midûrê midûriyeta polîsan ji bo hevdîtinê hatiye û tiştên ku mirovan biçûk dixîne gotiye û wiha pê de çû: “Ji min re got;Jiber ku tu nebûye namzeta şaredariyê wisa dikî.’ Dîsa heman midûrê 15 roj berê di meşekê de ji min re heman tişt got.  Ezê desutê nedim tiştên wisa. Ez tiştek naxwazim.  Pêwistiya min jî pê tune.” Li aliyê din xebatkarên şaredariyê ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Gokkan xebata dan rawestandin û berbi sînor ve meşiyan.

Di çalakiyê de bi biryar e
Çalakiyên li hemberî lêkirina diwarê dijminatiyê ku di ba navbera  Nisêbîn û Qamişlo de tê lêkirin berdewam dike. Her çend çalakî didomin jî avakirina dîwarê li ser sînor jî berdewam dike. Li hemberî lêkirina dîwarê dijminatiyê Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, dest bi çalakiya rojiya mirinê kir. Gokkan, ku bi tena serê xwe li ser sînor di nava mayinan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir, niha çalakiya xwe vegerand rojiya mirinê. Şevê din aktîvîsta DOKH’ê Şaize Çelik, Hevseroka BDP’a Nisêbînê Zinet Algat û endamê Meclisa BDP’ê Ferhat Tarhan Gokkan li ser sînor ziyaret kirin. Kesên ku Gokkan ziyaret kirin diyar kirin ku Gokkan di çalaiya xwe de xwedî biryar e.

Armanc astengkirina dîwar e

Têkildarî çalakiyê Endamê MYK’e yê BDP’ê Ferhat Tarhan, ani ziman ku Gokkan diyar kiriye ku li gel amîra mulk e rayedar tu agahiyan nadin wê û tu serlêdanên wê ji aliyê rayedarên dewletê ve nayên bersivandin. Tarhan, da zanin ku Gokkan, aniye ziman ku li gel ew şaredarê vî bajarî ye, der barê diwar de nayê agahdarkirin. Tarhan, destnîşan kir ku Gokkan li dijî vê pêkanîna dîwar û ji bo qanalên diplomatik xetimîne bên vekirin dest bi çalakiyê kiriye û wiha got: “Gokkan anî ziman ku piştî qanalên dîplomatîk hatin xetimandin û avakirina dîwar berdewam dike wê dest bi çalakiya bi vî rengî kiriye. Armanca çalakiye rawestîna dîwar e. Gokkan anî ziman ku wê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê vegerand rojiya mirinê û heta avakirina dîwar betal bibe dê çalakiya xwe berdewam bike. Ger ku lêkirina dîwar berdewam bike û daxwaz neyên bersivandin ev çalakî dê mezin bibe.”

Çalakiyên piştgiriyê
Ji bo piştgiriya çalakiya Şaredara Nisêbînê Gokkan welatî li dora Gokkan kom bûn û li nêzî sînor agir pêxistin û çalakiya piştgiriyê berdewam kirin. Gokkan, ku ji duh de tenê avê vedixwe çalakiya xwe berdewam dike. Gokkan her dem ji aliyê leşkeran ve rastî hişyariya “Qada tu lê qada mayîn e, ji herêmê derkevin” hat.
Li aliyê gelek xebat karê şaredariyê  û welatiyin ji bo piştgiriyê bidin Gokkan meşiyan ser sînor. Piştî meşa li ser sinor Serokê Şaxa Genel-İşê Sadik Demîr, anî ziman ku ji bo piştgiriya Gokkan dê karê xwe rawestînin û dest ji kar berdin. Gokkan çalakiya xwe berdewam dike û li aliyê din polîsan li nêzî sînor girsê dorpêç kiriye.

DÎHA/MÊRDÎN