
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi qedexeya derketina derve re êrîşên hêzên dewletê jî dest pêk kirin. Li gel vê gundê Şîtazîn ê herêma Oremara Geverê, ji Qereqola Rahmo bi topên hewanê hat bombebarankirin. Der barê bombebara pêk hat de gundiyan agahî dan û dan zanîn ku ji ber bombebaranê gelek malên wan xesar dîtine. Her wiha gundiyan da zanîn ku ligel xisara dîwar û taqên xaniyên wan, gelek camên malên wan jî hatine şikandin û ji ber malên wan xisar dîtine nêzî 50 kesî ji neçarî şeva xwe li qadên çiyê yên bi qelaç derbas kirine.
Her wiha li dijî êrîşên li ser Geverê, gel û şervanên YPS û YPS Jin jî din ava berxwedanek mezin de ne û bersivê didin êrîşan.
Dîsa li Geverê tekane nexweşxaneya cemaweriyê Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê ji gel re bi temamî hat girtin û ji bilî beşa lezgîn û venêrîna giran li hemû servîsan hêzên şer hatin bicihkirin. Li nexweşxaneya ku bûye biryargeh bi qaseyan çek û muhîmmat jî hat depokirin.
Li Nisêbînê berxwedan mezin dibe
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî ku qedexeya derketina derve hat îlankirin êrîş jî zêde bûn. Piştî qedexeyê Rêya Îpekê ji trafîkê re hat girtin, tangên bi palet ber bi taxên berxwedêr êrîş pêk anîn. Tangên li Rêya Îpekê hatine bicinkirin taxa Firatê heta serê sibehê bombebaran kirin. Ji ber topebaranê malên 2 kîlometre dur jî hejiyan. Heta serê sibehê tax hat gulebarankirin û dem bi dem dengên teqînên dijar hatin. Hêzên YPS û YPS Jin bi berxwedanê bersiv dan êrîşan. Êrîşên li dijî taxan berdewam dike.
Li Şirnexê qedexe
Her wiha li Şirnexa ku bi rojan e hêzên dewletê amadekarina qedexeyê dikirin û çapemeniya AKP’ê jî ji bo vê yekê nûçeyên dê qedexe bê îlankirin diwaşendin qedexe hat îlankirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Şirnexê ve hat kirin de hat gotin ku qedexe saet di 23.00’an de dest pê kiriye.
Dewlet li Hezexê dest bi talanê kir
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê hêzên dewletê di 16’ê sibatê de kolan li welatiyan qedexe kir û nêzî mehekê êrîşên dijwar pêk anîn. Hêzên dewletê piştî li Hezexê komkujî pêk anîn, li gel daxuyanî dan û gotin “operasyon xilas bûn” jî dîsa dorpêç û qedexeya li ser navçeyê didome. Leşker û cerdvanên ku tevli operasyonê bûbûn, niha jî talanê li gel û şaredariya Hezexê dixe. Leşker û cerdevan bi hevkariya hev kevirên parkan ku şaredariyê li ser rê û kolanan raxistibûn kom dikin û dibin gundên cerdevanan.
Têkildarî mijarê Wekîlê HDP’ê Ferhat Encu diyar kir ku cerdevan bi hevkarî û alîkariya leşkeran keviran kom dikin û dibin gundên xwe Oncu wiha got: “Dewletê êdî dest bi talanê kir. Berhem û nirxên gel ku bi hezar ked û zehmetiyê ava kiriye êdî talan dike û wêran dike.”
15 cenaze ji Sûrê derxistin
Dorpêç û qedexeya li Sûrê di roja 105’emîn de berdewam dike. Her çend hefteyeke berê rayedaran diyar kir ku operasyon li Sûrê bi dawî bûne jî dîsa daxuyanî dan û diyar kirin ku pevçûn derketine. Li navçeya Sûrê ya Amedê destpêkê rayedarên hikûmetê daxuyanî dan û diyar kirin ku operasyon bi dawî bûne 15 kes hatin înfazkirin. Rayedarên dewletê di daxuyaniyan de wekî pevçûn derketibe û di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane nîşan dan. Çapemeniya şer a AKP’ê jî wekî 15 kes di şer de jiyana xwe ji dest dane nîşan da. Herî dawî du roj berê 7 kesên li Sûrê asê mabûn bi rêya telefonê gotibûn: “Dibe ku 5 deqeyên me yên dawî mane.” piştî vê daxuyaniyê 7 kes hatin înfazkirin. 2 roj berî jî dîsa wekî pevçûn derketibe 8 kes hatin înfazkirin. Piştî 15 kes li Sûrê hatin înfazkirin cenazeyê wan bi maşîneyan ji Sûrê hatin derxistin. Cenazeyan şandin Saziyên Tipa Edlî yên Xerpêt û Meletiyê.
Piştî daxuyaniya “Operasyon bi dawî bûn” heta niha 23 cenaze ji Sûrê hatin derxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN