Hecî Abdullah:Kurd her tim bixîret bûye, tu caran serê xwe li hamberî dijminan ne tewandiye.Bila tu caran dijminê me kêfxweş nebe, ji ber ku serhildan û berxwedanî di xwîn û demarê me Kurdan de heye û wê her hebe.
EVÎN ZENDA / ANF/QENDÎL
Gundiyên Binarê Qendîlê ku debara xwe bi sewalvaniyê dikin, li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê bi hêrsin. Bi hatina biharê re gundiyên Binarê Qendîlê careke din berê xwe dan deştên rengîn yên Qendîlê. Gundiyên ku sewalvaniyê dikin, hersal di meha Adarê de berê xwe didin deştên Qendîlê û havînan jî li zozanên bilind yên Qendîlê dimînin. Gundî tevî êrişên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî, sewalên xwe dibin zozanan.
Gundiyê bi navê Hecî Abdullah ê ji gundê Dumanê ku her sal di biharê de berê xwe dide zozanên Qendîlê li ser jiyana zozanan peyivî.Hacî Abdullah ê 60 salî, diyar kir ku tevahiya temenê xwe li warê xwe derbas kiriye, qasî xweşiyan êş jî kişandine û got: “Biqasî xweşiya ku me li ser vê axê dît bi sed qatî wê me êş jî kêşandiye. Tê bîra min di dema Mela Mistefa Berzanî de ez zarok bûm balafiran em bombebaran dikirin. Wekî niha em li zozanan bûn. Lê mixabin ji ber talan, kuştin û lêdanê me xweşî ji jiyana xwe nedidît.
Gelê me bê sebep dibin qorban
Hacî Abdullahê ku bi salan pêşmergetî kiriyê,wiha qala wan salan dike:Min bi salan pêşmergetî kir, me tevahiya jiyana xwe ji bo şoreşê dabû. Wê demê zor û zehmetiyên xwe pir bûn, lê hêviya me ya ji bo Kurdistanek serbixwe gelek mezin bû. Ji bo wê pariyê nanê di berîka me de têra me dikir, lê mixabin niha pêşmergetî tenê ji bo meaş tê kirin. Tevahî dewletên desthiladar li beramberî Kurdistanê şer dikin. Vaye yek ji wan jî dewleta dagirker ya Turkiye ye, bi salane ku li tevahî Kurdistanê zext û zor heye, mînaka wê ya herî berbiçav jî jiyana me ye. Li Binarê Qendîl û zozanên wê em jiyana xwe bi rê ve dibin, lê hema hema hersal artêşa dewleta Tirk bi balefiran li nava gel dide, jin, zarok û ciwanan bê sebep dibin qorbanê van şerên qirêj.”
Heya yek kurd hebe emê têbikoşin
Abdulla li ser polîtîkayên Dewleta Tirk a li Bakûrê Kurdistanê jî wiha got: “Ji ber em jî weke tevahî gelan dixwazin bi azadî bijîn em daxwaza mafên xwe dikin. Tevahî dewletên desthilatdar li beramberî me şer dikin, em jî vê neheqiyê tu carî qebûl nakin. Çima di vê cîhanê de mafê her tiştî heye û hebûna tevahî gelan tê qebûlkirin, lê yê Kurdan nayê naskirin û qebûl kirin. Heya yek Kurd hebe jî emê li beramberî van dij mirovan li ber xwe bidin û têbikoşin. Kurd her tim bixîret bûye, tu caran serê xwe li hamberî dijminan ne tewandiye. Niha li Bakûrê Kurdistanê Dewleta Tirk zexteke bê eman li ser gelê me dide meşandin, bi girtin, kuştin û binçavkirinê dixwazin me bêdeng bikin. Bila tu caran dijminê me kêfxweş nebe, ji ber ku serhildan û berxwedanî di xwîn û demarê me Kurdan de heye û wê her hebe.”
Yekane rê yekbûna kurdan e
Hacî Abdulla di dawiya gotinên xwe de balkêşand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got: “Mixabin ji dîrokê heya roja me ya îro her tim em Kurd bi qirkirinan re rû bi rû mane, kesekî bi qasî me Kurdan nirx û girîngiya yekîtiyê nizane. Lê mixabin hinek aliyên ku xwe binavê Kurdîniyê xwe binav dikin vê yekê ji nedîtî ve tên. Lê bila ew kes û alî baş bizanin ku ev ji xwe xapandinê wêdetir tiştek din nîne. Yekane rêya li pêş me yekîtî û hevgirtina di navbera Kurdan deye.”