Emê biparêzin
Di mitîngê de Endamê Meclisa PYD’ê ya Ewropayê Ehmed Kobanî axivî û bûyer û êrîşên li Rojava nirxandin. Kobanî balkişand ku li Rojhilata Navîn û Rojava pêşketinên girîng rû didin û got: “Di vê pêvajoyê de her alî û hemû gel ji bo mafê xwe tekoşînê dimeşîne. Em Kurd jî ji bo mafê xwe azadiya xwe li Rojava tedikoşin. Ev firsendeke dîrokî ye. Em naxwazin vê firsendê winda bikin." Kobanî behsa sazîbûna ku Kurdan a li Rojava jî kir û diyarkir ku bingehê saziyan bi têkoşîna gel a bi salan hatiye meşandin derketiye holê û destkeftiyên tekoşînekî 30 salan e.
Endamê meclisa PYD’ê Kobanî behsa ambargoya li ser Rojava jî kir û xemsariya li dijî ambargoyê rexne kir. Kobanî got, “Li aliyekê em tekoşînê li hemberî rejima Sûriyeyê û li aliyê din jî tekoşînê li hemberî çeteyên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine rêxistin kirin dikîn. Hemû deriyên sînor li ser gelê me girtine. Dixwazin me bi êrîşan û birçîtiyê dîl bigirin. Eger difikirin wê bi vî awayî serbikevin xwe dixapînin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî deriyê sinor girt û bû perçeyek ji van êrîşan. Li Efrîn û Qamişlo şervanên YPG’ê ne ji aliyê leşkerên dijmin ve, ji aliyê komên çete ve hatin qetilkirin. Pêwîste her kes vê wisan bizane. Lê belê emê heta mirinê van destkeftiyan biparêzin.”
Di xwepêşanda protestoyî de her weha bi pankartan biryara rawestandina lîsansa Roj, Nûçe û MMC jî hate şermezar kirin.
Çalakî piştî axaftinan bi sloganan bi dawî bû.
BOCHUM