
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), bi wesîleya 10’ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga çalakiyan kir.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dîroka 10’ê Kanûnê û hat gotin, “Di 10’ê Kanûna 1948’an de, danezana ji 10 xalan a li rûniştina Parîsê ya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hate îmzekirin û piştî Şerê Duyemîn ê Cîhanê, dewlet li ewlekirina azadî û mafê takekesan li hev kirin. Di encama vê lihevkirinê de Roja Mafên Mirovan a Cîhanê hate ragihandin.”
‘Peyman hate binpêkirin‘
KCDK-E da xuyakirin, ku bi vê peymanê re hewl hatiye dayîn bi rûmet û nirxên mirovahiyê, bi baweriya wekheviya jin û mêr pêşketina civakî were hêsankirin û di nava azadiyeke berfireh de şert û mercên baş ên jiyanê bên afirandin.KCDK-E destnîşan kir ku ev peymana navbera dewletan, ji sala 1948’an û vir ve bi dehan caran hatiye binpêkirin û wiha dewam kir: “Piraniya van dewletên mohra xwe danîn binê vê peymanê, mafên hebûn, azadî û jiyanê yên gelên xizan, nasnameyên cihêreng û komên cuda yên baweriyan, yek bi yek binpê kirin. Şer û komkujiyên hatin kirin, ji nedîtî ve hatin.”
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, mîna hemû gelên din ên mezlûm, gelê Kurd jî tine hat hesibandin û hat gotin, “Tevî binpêkirina maf û hiqûqa wan, her wiha dewletên mêtînger ên mîna dewleta Tirk hebûna vî gelî înkar kirin û dest bi qirkirinê kirin. Hewl dan, gel tine bikin. Zextên gelekî giran li gelê Kurd hate kirin.”
Hişyariya komkujiyên mezin
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku Tirkiyeyê mohra xwe daniye Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan û hat destnîşankirin, dema dewleta Tirk li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û bajarên din ên berxwedana xwerêveberiyê komkujî dikir, cîhanê li êrîşên bêrehm ên faşîzma AKP’ê temaşe dikir. Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Gava mirov li jêrzemînan bi saxî dihatin şewitandin, bêdeng man û erê kirin. Her wiha desteka dewleta AKP’ê ya ji çeteyên DAIŞ‘ê re ji nedîtî ve hatin. Hêzên navneteweyî, ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ‘ê de destekeke têrker nedan Tevgera Azadiyê ya Kurd, bi bêdengiya xwe, pêşî li dîktatoriya Recep Tayyîp Erdogan vekirin.”
KCDK-E diyar kir, dewleta Tirk û faşîzma AKP’ê bi girtina parlamenter, hevşaredar, siyasetmedar, rewşenbîr û mûxalîfan hewl dide vîna gelê Kurd dîl bigire û civakê bêdeng bike.
Dawî li polîtîkayên durû bînin
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku eger ev rêveçûn neyê sekinandin wê çeteyên AKP/Qesrê komkujiğyên mezintir bikin û pêkanînên xwe yên li dijî mirovahiyê, qat bi qat zêde bikin.
KCDK-E bi wesîleya 10’ê Kanûnê bang li her kesên dijberê dewleta Tirk a faşîst kir, ku dakevin qadan û got, “Em bang li dewletên mohra xwe danîne binê Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan dikin, ku dev ji polîtîkayên xwe yên durû berdin.”
NAVENDA NÛÇEYAN