Faşîzm li her cihî û di her demê de weke hev e. Gotin demagojîk in, cil û berg modern in, lê êrîş nayên guhertin; kuştin, şantaj, tirs, revandin, koçberî, wêrankirin û propagende…

Faşîzma Hîtler jî, ya Mussolînî jî   heman rêbaz bikar anîn.

Li Tirkiyê jî 12ê Îlonê û mîratzadeyên wê AKPê û Erdogan jî, ji hemen çavkaniyê hatin xwedî kirin.  Faşîzma Erdogan û AKPê, di  bûyera Gezî de xwe eşkere kir, zora li kolanan derxiste pêş. Pêşengiya hêza kolanan jî Erdogan  dikir. 

Erdogan , ne tenê li Gezî, li Wanê, Stembol û Amedê,  çete û kontra parastin û li wan xwedî derket. Di dema Gezî de, Erdogan, ji balafirgehê  heta giha bajêr, çar mitingên girseyî, ku wek hêza li dijî daxwazên demokratîk ya gelan lidarxistin. Li dijî çalekiyên demokratîk, çalekiyên faşîzan… Ev rêbazek kevin ya dewleta Tirk e. “Meşên Komarê” li bîra me ne…  

Girse, çawa dibê amurê destê faşîst û diktaroran, xalek giring e û dive werê lêkolîn kirin. 

Her faşîst û diktator, xwe wek aştîxwaz nîşan dide û wek ku li dijî şer e diaxive. Gotina aştiyê dikine benîşt, bi vî rengî perdeya kiryarên faşîzan amade dikin.

Pirraniya faşîst û diktatoran, şantajê, tirsê bikar tînin. Mussolînî “blofa êrîşa li dijî Roma”, Hitler jî, şewata Reichstag bikar anî. Piştî serketina di hilbijartinan de, çeteyên “gomlek reş”ên Musollînî, SSên Hitler  derketin holê. Li Tirkiyê Ocaxên Osmanî û Eseddullah… Berê jî JITEM, Hizb-ul Kontra, tîmên xençer  hebun

Li Tirkiyê Erdogan, bi komkujiya Pirsusê gav avêt, piştre şerê giştî da dest  pê kirin, komkujiya li Enqera pêkanî, bi torosên spî gel tehdîd kirin. Ev azmuneya Hitler, Musollînî bû. Hilbijartinên dibin “sungu-singo”yan de pêkanîn û bûne desthilatdar… 

Erdogan ku, bi darbeyek faşîzan desthilatdarî bidetsxist, şerê li dijî Kurdan dijwartir kir. Bi tanq û topan ketiye navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê, qirkirina dike. Ev şerê li dijî tevahiya Kurdan e. Lîderê Çekoslovakî Julius Fûçîk, piştî di şerê  li dijî faşîzma Hitler  de hate girtin, got: “Di jiyana rastî de temaşevan nînin, her kes di vî şerî de ye.” Kurd jî, nikarin wek temaşevan bimînin, mecbur in  di vî şerî de cih bigirin.  

Xala duyemîn: Kurd mecbur in yekîtiya neteweyî ava bikin.  Divê gel bendeyî partiyan jî nemîne û dinava dilsoziyek welatparêzî de li dijî faşîzmê tevlî şer bibe.

Dewleta Tirk,  Erdogan û AKPê, êrîşa  li navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê, hêdî hêdî ber bi Başûrê Kurdistanê ve dibe. Ev “îhrac”a faşîzmê ye. 

Muxalefet jî ji bi îdeolojiya fermî haraket dike û dibe parçayek ji faşîzma  dewlet û AKPê.

Lê gelê Kurd êdî faşîzma dewletê û mîratzadeyên faşîstên 12 Îlonê AKPê baş nas dikin û bi hişmendiya serketinê têkoşînê dike. Ev têkoşîn, di demê de, ji bo demokrasiya gelan teva ye. Li hemberî vê, divê çepgir û sosyalîstên tirk jî, wek komunîstên Espanya  bêjin: “Em bi dilsozî hatin eniya şer,  emê ji bo azadiya Espanya, heta dilopa dawî ya xwîna xwe şer bikin” û tevlî  berxwedana gelê Kurd bibin.

Di şerê li dijî faşîzmê de, slogana gelan jî divê ev be; “Em bi xwe bawerin, emê serkevin û faşîzmê mahkum bikin”… Di şerê li dijî faşîzma Hîtler de, Belçîka jî di nav de, heta bi Leningradê, li tevahiya bajar û navçeyên Ewropa û Balkanê, xendek hatin kolan  û têkoşîna dîrokî hate kirin. Bi vî rengî faşîzma sedsala bîstan hate mahkum kirin.

Divê xendekên li navçeyên Kurdistanê jî divê çarçovê de werin nirxandin û wek enî û çeperên mahkumkirina faşîzma sedsala bîstûyekê werin dîtin û binavkirin.

Balkêş e, serokwezîrê faşîzma dewleta Tirk, mirovekî bi tîtra prof. e. Lê bi zimanê  Firanko diaxive û dibêje: “emê bikujin, tune bikin, heta yek ferd heye şer wê dewam bike”. Balkêş e, biqasî Gobels jî, propagendeya gidîkarî dike û bang li gelê Kurd dike û li dijî xwe bixwe têkoşînê bike. 

Faşîzm, ne dostê kesî ye û nabe dostê gelê Tirk jî. 

Lewra gundiyên Almanya jî di nav de, li tevahiya welatên hatibûn dagirkirin gundiyan jî “yekîneyên cotkaran” ava kirin û li dijî faşîzma Hîtler şer kirin. Divê gelê Tirk, gundiyên Tirk teva li dijî faşîzma dewlet û AKPê dengê xwe bilind bikin.

Li Yugoslavya, netewparêz û çepgir li kêleka hev bûn û li dijî faşîzma Hitler şer kirin. Divê netewparêzên Tirkiyê (yên dilsoz) jî baş zanibin ku faşîzm ne dostê wan e. Pêwiste netewparêzên Tirk-î dilsoz jî li dijî faşîzma dewleta AKPê dengê xwe bilind bikin. 

Faşîzma AKPê û Erdogan, îro, tevahiya gelan û baweriyên cûda tehdîd dike. Faşîzma Hitler û Firanko digot: “Wê li hemberî me çog berdin erdê”.  Îro, Prof. Serokwezîr jî dibêje, “ewê li hemberî hêza me, mecbur bimînin çog berdin erdê”. Gotinên faşîstan, li ku dibe bila bibe weke hev in. Divê werê zanîn, ev gotin ji netewparêzan jî  hatiye gotin. Divê netewparêz  ji bo rûmeta xwe û rûmata gelê xwe, li hemberî faşîzmê dengê xwe bilind bikin. Faşîzm di destpêkê de berjewendiyan belav dike, piştre seriyan  jêdike.