DERSIM BARAN


Ji gerîlayên ku hema piştî fermana Şengalê berê xwe dan Şengalê, Dersim Baran, dibêje, Tîbûn û germahiya havînê bi ser fermanê de ji bo Şengaliyan veguherîn ferman dudiyan. Ew behsa wê yekê dike ka çawa baweriya jinan a bi wan hat şikandin û ka çawa bi saya rêhevalên wan ên şehîd çawa civaka Şengalî guherî.

Dema ku li Şengalê ferman çêbû, amadekariya me jî çêbû. Du rojan piştî fermanê, 5’ê Tebaxê, ji qadên azad yên çiya, em hatin Şengalê. Rewşa Şengalê ya wê demê û fermana li Şengalê rabû, dema mirov lê mêze dikir, mirov nikaribû li hemberî vê êşê xwe bigre. 

Berî ku em werin, jixwe YPG’e û YPJ’e rêyek vekiribû û li ser vê rêyê bûn. Em 5’ê mehê gihîştin Şengalê. Dema em ji axa Rojava derbasî Şengalê bûn li ser wê rêkê em û gel rû bi rû hatin. Hevalên YPG’e û YPJ’e li ser sînor gel derbasî milê Rojava dikirin. Beriya me jî komek hevalên ku ji 12 kesan, derbasî Şengalê bûbûn. Dema me li gel dinihêrî, dayîk digiriyan, kal û pîr dîsa bi wî rengî, zarokên di nav pêçekê de hebûn. Bi êrişên DAŞ’ê ji bo xwe bigihînin cihekî ewle, bi rojan di wê germê de, bê av û bê nan meşiyabûn. Li ser rê, li ber çavên me, ji ber ku bê av,  bê nan man û nexasim jî ji germê, gelek ji wan mirin. Piştî fermana 3’ê Tebaxê, tîbû û ew germ jî wek fermaneke din li gelê Êzidî rabûn. Di çentê me ji bo şert û mercên şer amadekarî de nan û av hebû. Dema ku me gel di wê rewşê de dît, hemu hevalan tiştên di çentê xwe de derxistin û dan gel. Êşa ku dihat jiyîn him di warê gel de, û him jî em wek şoreşgeran, me li rewşa gel mêze dikir, hîn bêhtir kîna me li hemberî dijmin zêde dibû. 


Nedixwestin Şengalê bi cih bihêlin

Bi vî awayî me gel derbasî Rojava kir û êdî em jî ber bi çiyê ve çûn. Li wê derê hinek sivîl hebûn. Tevî her tiştî nedixwestin dest ji axa xwe berdin. Gelê ku destpêkê bi me re çek hilgirtin, ciwanên ku di wê keliyê de xwestin tevlî nav rêfên berxwedanê bibin. Yên ku li çiyê, stara xwe bi çiyê kirin jî tevî ku ti tişt nebû jî, xwarinek yan jî av nebû, dîsa jî li axa pîroz li ber xwe dan û nexwestin dest ji axa xwe berdin. Ev berxwedana wan jî bi qasî vê axê tiştekî pîroz bû. Piştî demekê korîdora şervanan vekirî di encama şerên dijwar ên li dijî çeteyan de hat girtin. Li çiyê ji Kersê heta Çilmêra û li navenda Şengalê jî du taxên destpêkê di destê me de bûn. Wê demê êdî ti alikariyek ji derve nehat Şengalê. Rê girtî bû, gelek caran dema di şer de hevalên me birîndar dibûn, ji ber ku rê girtî bû, me nikaribû wan derxin derve û wisa ew şehîd jî dibûn. 


Jin çawa şer dike!

Ya rastî jî dilsozî, hevaltî û jiyana di derfetên zehmet de gelekî cuda ye. Him rewşa gel ya wê demê û him jî rastiya şahadetê hişt ku di navbera gel û hevalan de girêdanek çêbe û ev jî tiştekî pir xweş û pîroz bû ji bo me. Şert û mercên zehmet, piştî vê girêdan û hevdû naskirinê, ne di xema me de bûn. Dîsa berxwedana gel, alikariya wan, ji bo me hemûya pirr pîroz û bi wate bû. 

Hatina me ya Şengalê, weke jin di nava refên berxwedanê de cih girtin, ji bo gel pirr cuda bû. Gelek caran ji me re digotin ‘jin çawa şer dike, jin nikare şer bike’. Dîsa jin bi xwe jî di warê şerkirinê de bi xwe bawer nebûn. Ew fermanên qewimî, çeteyên DAIŞ’ê yên hov bi hezaran jinên Êzidî qetil kirin û revandin; vê yekê hişt ku êdî jin bi xwe bawer nebin. Bi demê re bi saya rêhevalên me yên şehîd û bi berxwedan û şerkirina hevalên me yên jin, êdî jinên Êzidî hedî hedî bi xwe bawer bûn û wan bi xwe çek hilgirtin û bi rextan xwe xemilandin; ew hêza şerê li dijî çeteyan di xwe de dîtin. 


Axa pîroz a qehremanan dihewîne

Dîsa bi avabûna bi xwe baweriyê li cem jinê re, helwêsta gel jî guherî. Lê di nav berxwedanê de bi pêşengtiya rêhevalên me yên şehîd yên weke Şehîd Zîlan, Şehîd Bêrîvan û Şehîd Evrîm, êdî bêyî ku bikevin gumanan, keçên xwe dianîn gel me û gelek jinên Êzîdî yên wek Şehîd Bêrîvan Arîn û Şehîd Bêrîvan Şengal, ji bo tolhildana jinên Êzidî yên dîl hatin girtin û hatin revandin, di çeperên herî pêş de cih girtin û bi qehremaniyeke mezin şehîd bûn. Di vê berxwedana 3’ê salan de ji destpêka fermanê heta niha, gelek heval û weltparêz jî bi qehremantiyên mezin li hemberî fermana 73’yemîn şer kirin û li ser vê axa pîroz xwîn rijandin. Yek ji sedemên ku em dibêjin, axa pîroz jî ev rastî ye. Ji ber ku ev ax, di hindurê xwe gelek qehremanên nemir dihewîne, ji bo me hemûyan jî pirr pîroz û bi wate ye. 

Piştî demekê bi navê YBŞ’ê û YJŞ’ê êdî wan bi xwe hêza xwe ya parastinê ava kir û birêxistin kir. Îro jî wek gelê Êzîdî mil didin hev, wek YBŞ’ê û YJŞ’ê parastina xwe dikin, bi avakirina sazî û meclîsen xwe tola 73 fermanan radikin. 





Gotinên Serxwebûn Azadiyê ji 12´an ... *


Li dijî çeteyên DAIŞ’ê dayikek

Di fermanê de 3 çeteyên DAIŞ´ê 70 kes berhev kirine. Di nava wan de dayikek hebûye ku dermanceyek di paşla xwe de veşartiye. Hevjînê wê jî li wir e, pê re ye. Di destê DAIŞ´iyan de kalaşnîkof hene. Ew dayik dermanceya xwe dikişîne û diudyan ji wan li wir dikuje. DAIŞ´iyê di reve ji dûr ve wê dayikê şehîd dike. Ya rastî ew 70 kes bi destê xwe dikarin wî çeteyê DAIŞ´ê bifetisînin, lê tirs li wan peyde bûye, baweriya wan şikestiye...


PDK´ê sîleh teslîm kirin 

Pêşmergeyan tank û top radestî DAIŞ’ê kiribûn; bi yên mayî jî şer nedikirin. Me pirsî, çima hûn şer nakin, wan got, Hikûmeta Kurdistanê biryar daye, hûnê yek guleyê jî neteqînin. Ferman dane me, em nikarin şer bikin. Wan got, ferman dane wan ku vekişin. Çiqas sîlehên giran hebûn, PDK´ê teslîmî DAIŞ’ê kirin. Jixwe beriya fermanê jî, çiqas sîlehên xelkê Êzîdî hebûn, ew berhev kirin, çi sivik û çi giran, civak bêparastin hiştiye. Hinan jê sîlehên xwe nedabûn wan û li hin deveran veşartibûn.


Piştî 10 rojan hemû dewlet hatin

Piştî ku korîdor vebû bi 10 rojan, hemû dewlet hatin. Balkêş e, dema Emerîka hat, bi helîkopterê li gel xwe 30 pêşmerge jî anîn. Ew anîn Amudê (serê Şengalê), hevalan bi bêtêlê em ji rewşê agahdar kirin. Min got, ”Temam bihêlin bila deynin, rojekê ji xwe re bigerin û tevî Emerîkayê biçin”. Xelkê êrişî wan kir, tevahiya payeyên wan ji wan kirin, ser û çavên wan cil û bergên wan dirandin.


* Serxwebûn Azadî, fermandarekî koma gerîla ya ji 12 kesan a pêşî bû ku gelê Êzîdî li Şengalê li dijî fermanê parast.