
Nivîskar û rojnameger Letîf Fatîh der barê projeya xweseriya demokratîk a Şengalê de got; “Xwerêveberî ji bo her cihî pêwîst e. Ji ber ku heta ku xwerêveberî nebe, jenosîd wê bidomin.”
Meclisa Xwerêveberiya Demokratîk a Şengalê projeya xwerêveberiya demokratîk a Êzîdxanê 20´ê Tebaxê ragihand. Di vê projeyê de 23 xalên sereke hene ku elaqedarî nexşerêyekê ji bo xwerêveberiya Şengalê û parastina Şengalê ji êrîş û jenosîdan in.
Li ser projeya nexşerêya xwerêveberiya demokratîk a Şengalê, nivîskar û rojnamevan Letîf Fatîh Ferec got; “Li gorî min, divê ji bo her cihî mirov li xwerêveberiyê bifikire. Xwerêveberî beşek ji serbixweyî û rêveberiyê ye. Her weke çawan li welatên bipêşketî çawan li nav wan beşek ji serbixweyî û xwerêveberiyê heye, gelek pêwîst e ku li Kurdistanê jî ev xwerêveberî hebe. Xweserî pêwîst dike bi xweseriya aborî, jiyan û dahata wî cihê, bê birêvebirin.”
Şengal enfaleke din
Letîf Fatîh Ferec îşaret bi zilma mezin a li dijî Şengalê kir û got, “Di nava çend saetan de hêzeke mezin xwe ji Şengalê vekişand. Min bi xwe pirtûkek bi navê ‘Şengal Enfaleke din’ li ser Şengalê nivîsî. Li gorî min divê Êzîdî bi xwe, xwe bi rê ve bibin. Ji ber ku 73 caran ferman hatiye serê wan. Ne tenê Êzîdî, her wiha Kakeyî, Şebek û hindikahiyên din jî pêwîstiya wan bi vê heye.”
Di dawiyê de jî Letîf Fatîh Ferec got; “Hewara Nadya Mûrad û ew keçên din ên Êzîdî heq dike ku dinya li ser wan biaxive û bersivê bide. Heta Ereban bi xwe jî roman li ser Şengalê nivîsandine. Divê ev roman, gotar bibin dosya ji bo ku dawî li jenosîdê bê. Ji ber ku heta xwerêveberî û xweserî nebe, jenoside wê dewam bike.”
DANA OMER/ROJNEWS/SILÊMANÎ