Navenda Çapemenî - Ragihandin a HPG'ê diyar kir ku di çarçoveya serweriya herêmê ya li navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê ji aliyê gerîlayan ve li dijî du karwanên leşkerî du çalakiyên cuda hatiye lidarxistin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin: “Di 14'ê Cotmehê de li navçeya Geverê li dijî karwaneke leşkerî ya ji 18 wesayitan pêk dihat û ber bi Girê Memiştê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk li dijî herêma Çarçelayê bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”
Li Çelê pevçûn
HPG’ê der barê pevçûnên dijwar ên li Çelê de jî got; “Di 14'ê Cotmehê de di li dijî karwaneke leşkerî ya ji 45 wesayitan pêk dihat û ji Çelê ber bi herêma Geliyê Tiyarê ve diçû ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya ji 6 baskan ve hatiye lidarxistin de beşek karwanê paş de vekişiyaye, beşek jê jî li cihê xwe rawestiyeye. Herweha artêşa dagirker a Tirk xwestiye bi helîkopterên skorskyan li herêmê daxîne lê rastî bergiriya gerîlayên me hatiye. Pevçûnên li herêmê hîn jî li hin deveran berdewam dike. Di derbarê pevçûn û encamên wan de wê raya giştî dema hate zelalkirin were agahdarkirin. “
Bombebaran didome
HPG’ê da zanîn ku ji 14'ê Cotmehê û vir ve li dijî herêma Garêya biçûk a bi ser Çelêye ji aliyê artêşa “dagirker” a Tirk bi hean û obusan tê bombekirin û wiha got: “Ji 13'ê Cotmehê û vir ve li dijî herêmên Gostê, Neqeba Ewliya, Geliyê Ava Hecibeg, herêmên Konserve û Kanalên bi ser Şemzînanêye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi hewan û obusan tê bombekirin. Bombebaranên li her du herêman jî hîn berdewam dikin .”
Ji bo serdanên malbatan de daxuyanî
Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê di daxuyaniya ku dayî de wiha got: “Gelê me yê welatparêz germahiya pêvajoyê û dijwariya şer ji nêz ve dişopîne. Li dijî êrîşên artêşa dagirker a Tirk her roj bi ruhê êrîş û çanda berxwedanê ya APO’yî her roj bilind dibe û berdewam dike.” Daxuyaniya Fermandariya HPG’ê wiha didome: “Ji ber dijwariya vê rewşê û hessasiyeta pêvajoyê me weke Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG’ê serdanên Herêmên Parastinê yên Medyayê daye rawestandin. Heta daxuyaniyeke din malbatên gerîla yên welatparêz divê planên xwe yê serdana Herêmên Parastinê yên Medyayê bidin rawesandin.”
Li Bedlîsê leşkerek mir
Di encama çalakiya gerîlayên jin ên YJA-Starê de ku li herêma Şêx Cuma ya Beldîsê pêk hat de, herî kêm leşkerek hatin kuştin. Navenda Çapemeniya YJA Star bi daxuyaniyek nivîskî got; “Di 14'ê Cotmehê de di saet 17 30'an de li herêma Şêx Cûmaya Bedlîsê li dijî qereqoleke dijmin ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de leşkerek dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakiyê dijmin kuştî û birîndarê xwe bi helîkoptera skorskyê ji herêmê dûr xistiye.”
ANF/BEHDÎNAN