
Semînerên Civata Rewşenbîrên Azad yên Kurdên li Berlînê dijîn ku her hefte rojên çarşeman tên pêşkêşkirin, bi awayekî birêkûpêk berdewam dikin. Semînera vê heftêyê ji aliyê nûnerê Tevgera Gorran ê Berlînê Mekî Amêdî ve hat pêşkêşkirin. Di civatê de wek her hefte nûnerên YNK ê Siyamend Harîkî, siyasetmedar Kurmanc Harikî, ji partiya Komûnîstên Kurdistan- Başûr Îbrahîm Spîndarî, kevne pêşmerge Xenî Şahbaz, nûnerê Marksîstên Başûr Celîl Şahbaz, nivîskar-lêkolîner Ahmed Balayî, Ferset Îbrahîm û komek jî wek guhdar beşdar bûn. Hêjayê gotinê ye ku nûner û alîgirên KDP ê bi hinceta ku xerîkî karên din in, beşdarê semînerê nebûn.
Gorran ne tevgereke îdeolojîk e
Di semînerê de Mekî Amêdî diyar kir ku tevgera Gorran ne xwediyê îdeolojiyekê ye, lê belê wan bernameyeke siyasî heye. Tevgera Gorran wek yekîtiyeke bîrûboçûnên cihêreng e. Wek mînak serokê parlamena Kurdistanê rojê 5 ferz nimêjan dike û di nav me de sosyalîst û kesên demokrat jî gelek in. Gorran hewl dide Kurdistan jî bigihîne asta welatên nûjen û pêşketî.
Barzanî xwe teslîmî Erdogan kiriye
Her wisa di dirêjiya gotara xwe de Amêdî îdia kir ku serokatiya Mesûd Barzanî ya li herêma Kurdistanê ne rewa ye û ew bi darê zorê xwe li ser postê serokatiya herêmê hiştiye. Amêdî wiha li gotara xwe dewam kir: “Ji ber ku partî bûye çeqelek, xwe girêdaye bi Erdogan ve û dewrûberên cîran ve. Îro Erdogan e siba kes û hêzeke din e. Amadekariya wî jî tev de li gel leşkerên Tirk e. Niha 18 baregehên Tirk li herêma zer in.
Lewre ew çu car hêzên xwe yên eskerî navêje nav hêzên pêşmerge, ew çu car têkiliya xwe li gel Tirkan qut nakin.“
Amêdî diyar kir ku gelê Başûr ji ber şerê li dijî DAÎŞ ê sebir dike û lê ev helwest heta hetayê dewam nake: “Kesê Kurdistanî dikare behsa dewlet û azadiya Kurdan bike, lê gelê Êzîdî bihêlî di destê DAÎŞ ê de û bêjî ez dewletê dixwazim. Dewlet nayê îlankirin, tê avakirin. Niha çavên Başûr tev de li Rojava ne, hêviyeke mezin heye ku ew fikir û îdeolojî li Başûr jî peyda bibe. Wezîrên kantonên rojava 80 dolar maaş digirin, yên me 80 hezarî digirin. Ev mucîze ye û gelek bilind e.“
Doza PKK ê doza me ye
nûnerê Tevgera Gorran ê Berlînê Mekî Amêdî li ser nêzîbnûna siyasiyên Başûr a ji bo parçeyên ên Kurdistanê û planên dewleta Tirk ên êrîşkirina Qendîlê de jî wiha axifî: “Em destê xwe navêjin nav siyaseta parçeyên din. Lê em bi her awayî piştgiriya wan dikin. PKK li cem me mefhûmeke muqaddes e. Em bi hemû hêza xwe ve li dijî êrîşa Tirkan in. Me hêzên eskerî nîne, lê hêza me ya cemawerî xurt e û em ê bi tundî li dij bisekinin. Pirseke wisa ku gelo KDP dê alîkariya Tirkan bike yan na jî gelek dûrê eql û mentiqê ye. Îradeya KDP ê sedîsed teslîmê Tirkan hatiye kirin. Ew dê bikeve nav û heta dawiyê jî bibe dûmahîka Erdogan.
Eger Tirk bên wê bibe goristana dijminan û caşan. Ji xwe Qendîl ne li devera zer e, eger di Ranya û Qeladizan re biçe Qendîlê wê gel bi keviran tofana wan rake. Piştî şerên Kerkûk, Celawla û Şengalê PKK niha li Başûr wek hêzeke pîroz û miqades e.
Niha ji bo girtina Selahattîn Demîrtaş %70 ciwanên Başûr profîlên xwe bi wêneyên Demîrtaş guhertine. Ev xewneke dîroka Kurdistanê ye ku pêktê.“
YEKO ARDIL / BERLÎN