Sazî û partiyên Kurdîstanî komkujiya Zergelê şermezar kirin. Di êrîşên hewayî ên dewleta Tirk de lil Zergele 8 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû. Heman sazî û partiyan diyar kir ku divê li hemberî komkujiyê gel rabe ser piyan.
Divê dewleta Tirk lêborînê bixwaze
Seroka koma YNK’ê a di parlemana herêmê de Bêgerd Talabanî derbarê komkûjiya gundê Zargele de nivîsek di tora civakî de belav kir.
Bêgerd Talabanî bang li Serokatî, Serokwezîrtî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku divê bi awayekî lezgîn çareseriyeke guncaw bê dîtîn da ku rêyên komkujiyên bi vî awayî ji aliyê dewletên dagirker ve neyê dubarekirin.
Bêgerd Talabanî nivîsa xwe wiha bi dawî kir: “Divê hikûmeta Tirkiyê bi fermî daxwaza lêborînê ji gelê Kurd bike. Divê di warê madî û manewî de tezmînatê bide qurbaniyan. Bi ti awayî destûrê nede karesatek bi vî awayî dûbare bibe û berhemên çend salan ên pêvajoya aştiyê bikeve metirsiyê.”
Saziyên Êzîdiyan: Bêdeng nemînin
Federasyona Komeleyên Êzîdiyan (FKÊ) û Meclîsa Jinên Êzîdî, komkujiya dewleta Tirk a li Zergelê bi tundî şermezar kir û da zanîn ku ew komkujî xweranegirtina AKP’ê ye beramberî serketina HDP’ê. Di daxuyaniyê bang li hemû sazî û dezgehên demokratîk hat kirin ku li hemberî Erdogan û hevkarê wî DAIŞ’ê bêdeng nemînin.
PGDM: Divê em bikevin tevgerê
Partiya Guhertina Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) jî got, Erdogan û hikûmeta AKP’ê, li dijî gelê Kurd, sosyalîst, demokrat û Elewiyan serî li her rê û rêbazan dide. PGDM´ê li ser navê gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî, komkujiya namerdî ya dewleta Tirk li gundê Zergelê, şermezar kir û sersaxî ji xizmên kesên jiyana xwe jidestdayî re û şîfa xêrê ji birîndaran re xwest. Daxuyaniyê weha dewam kir: “hîna nû li navenda Pirsûsê ciwanên giranbuha yên SGDF’yî qetil kirin îro jî komkujiya Zergelê pêk anîn ji bo pêşî li komkujiyên nû were girtin divê li hemberî pêkanînên faşîst ên Erdogan û hikûmeta AKP’ê bêdeng nemînin û li gorî demokrasiya ku diparêzin, bikevin nava tevgerê.”
Polîtburoya Partiya Komînîst a Kurdistanê jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: “Em van êrişane şermezar dikin. Em daxwazê ji serokatiya Herêma Kurdistan û civaka navneteweyî dikin ku zextê li hikûmeta Tirkiyê bikin. Bi behaneyên ne rewa destdirêjiya welatê me nekin, siyaseta kuştin û şewitandina li dijî Herêma Kurdistanê nekin.”
Helwêsta hikûmeta heremê şermezar kirin
Li kampa Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) komkûjiya gundê Zergele bi beşdariya bi sedan welatiyan û bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê Meclisa Gel a Demokratîk û Meclisa Îştar ve hat dayîn. Endama Meclisa Îştar Narinc Gungen sersaxî ji malbatên şehîdên komkûjiyê re xwest. Gungen helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi zimanekî tund şermezar kir.
Endamê Meclisa Gel a Demokratîk û hevserokê şaredariya Mexmûrê Kendal Kara jî êrişa li dijî gelê Kurd û sivîlan bi tundî şermezar kir û got: “Dewleta Tirk û hikûmeta demkî ya AKP’ê li dijî gelê Kurd dest bi siyaseta tunekirin kiriye. Ligel girtin û înfazkirina bi sedan welatiyan, li hemberî sivîlan jî komkûjiyan pêk tîne.”
Hevşaredarê Mexmûrê Kendal Kara bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî kir da ku li hemberî van komkûjiyan bêdeng nemînin. Kendal Kara rexne li hikûmet û serokatiya Herêma Kurdistanê jî girt û daxuyaniyên Barzanî jî şermezar kirin. Kendal Kara di dawiya daxuyaniya xwe de got: “Îro ji her aliyan ve li hemberî gelê kurd komkûjî pêk tên û hevkariya ligel van rejîman xiyanet e. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê vê helwesta xwe biguherîne, bombebaran û qirkirina siyasî ya AKP´ê û dewleta Tirk şermezar bike.”
Ciwanan li Silêmanî çalakî li dar xist
Doh jî li Silêmaniyê saet 18:00’an li ber Baxî Giştî bi pêşengiya Ciwanên welatparêzên Kurdistanê bi beşdarbûna sedan kesî çalakiyek hat li darxistin û komkujiya gundê Zergelê hat şermezar kirin.
Meclîsa Dayîkên Aştiyê ya Wanê komkujiya Zergelê ya ji aliyê balafirên TSK’ê ve pêk hatî şermezar kir û got: “Divê demildest çek bêdeng bibin. Heke dixwazin gelekî şer bikin bila ew bi xwe biçin û zarokên xwe rêbikin. Dê wê demê bizanin êşa zarokê çi ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Wê hesap were pirsîn
HPG’ê êrîşa li hemberî sivîlên gundê Zergelê şermezar kir û got, “Xwîna wan wê li erdê nemîne. Hesap wê were pirsîn û bîranînên wan wê di têkoşîna azadiyê de bijîn.”
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwe xwest û wiha tê gotin, “Mêtîngeriya Tirk di demên bihurî de gelek caran êrîşî gelê me yê li Başûrê Kurdistanê kir û rê li ber şehadetan vekir. Pêr jî bi awayekî namerdî li dijî gelê me yê li gundê Zergelê li malên xwe dijiyan, dewleta Tirk dest bi êrîşeke nû kir. Em, yên ev êrîşa faşîzan, namerdî û tirsonek kirine û hevkarên wan bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên mirovên xwe yên welatparêz ên li Zergelê şehîd ketin û gelê Başûrê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Şehîdên Zergelê di heman demê de şehîdên têkoşîna me ya şoreşgerî ne. Xwîna wan wê li erdê nemîne, hesap wê were pirsîn û bîranînên wan wê di têkoşîna me de bijîn.”