Bi balafirên şer êrîş kirin
Balefirên şer ên rejîma Suriyeyê, piştî merasima cenazeyê endamê asayîşê Reşîd Hebîp ku roja Înê li Helebê di encama gulebarana hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest dabû, girseya ji ser goristanê vedigeriya bombebaran kir. Hate ragihandin ku dema girse ji Helebê diçû Efrînê, li nêzî bajaroka Heyam a girêdayî Helebê hate bombebarankirin. Di bombebaranê de ji gundê Efrînê yê Şiltê zarokê 13 salî yê bi navê Mistefa Omer jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Helebê yên Henan Osman.
Piştî êrîşê li Helebê bi hezaran Kurd li taxa Eşrefiyê kom bûn û êrîş protesto kirin.
HELEB
Li Qamişlo êrîşa bombeyî
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, li herêma ku avahiyên îstîxbarat, leşkerî û polîsan ên rejîma Suriyeyê têde ne teqîn pêk hat. Hat diyarkirin ku êrîş bi wesaîteke bombebarkirî pêk hatiye û ji dûr ve bi kumandayê hatiye teqandin. Hat diyarkirin ku di teqînê de 4 endamên hêzên rejîma Suriyê û yek jê sivîl 5 kes jiyana xwe ji dest dane. Hat diyarkirin ku navê kesê sivîl ku jiyana xwe ji dest daye Abbas Alî ye. Li gorî agahiyan di teqînê de 81 kes birîndar bûne û gelek ji wan kesên sivîl in. Piştî teqînê riya diçe Deriyê Sînor ê Nisêbînê, Riya Erasê (Suka Goşt) û hemû riyên diçin cihê leşkeriyê ji aliyê leşker û hêzên rejimê ve hatin girtin.