Şevê din li taxa Yahya Kemal ya navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê komeke nijadperestên Tirk êrîşî esnafên Kurd yên li taxê kirin. Koma nijadperestan bi çek, dar û kevirin êrîş kirin û Huseyîn Erzurum yê 28 salî bi giranî birîndar kirin. Piştî êrîşê ji bo dermankirinê Huseyîn Erzurum rakirin Nexweşxaneya Şîşlî ya Etfalê. Di êrîşê de Nihat Yalçintaş û Mahmut Akpinar jî ji ber darbeyên kêran û keviran birîndar bûn. Yalçintaş û Akpinar li nexweşxaneyê li ser piyan hatin dermankirin.
Nîhat Yalçintaş piştî dermankirinê der barê êrîşê de axivî û anî ziman ku, kesên êrîşî wan kirin nasnake. Yalçintaş, diyar kir ku komeke nijadperestan ya ji 200 kesan pêk dihat ber bi wan ve dihat û êrîşî wan kir. Yalçintaş got: "Di destê wan de çek hebûn. Ji bo ku me bi kujin hatibûn. Êrîşî dikanên me kirin û camên dikanên me şikandin." Yalçintaş, da zanîn ku polîs hatin cihê bûyerê û hinek êrîşkar girtin lê pişt re careke din wan serbest berdan û wiha axivî: "Jixwe polîs wê komê bi ser me de dişîne. Êrîşî esnafên kurd kirin. Xwe lê ranagirin ku Kurd li wê taxê bijîn. Yalçintaş diyar kir ku weke niştecihên taxê, bi ti awayî taxê naterikînin û ewê li dijî van êrîş û lîstokan xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe bidomînin.
DÎHA / STENBOL