
Li paytexta Fransa Parîsê di êrîşeke çekdarî de ji damezrenerê PKK´ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK´ê a Parîsê Fîdan Dogan û jina kurd a ciwan Leyla Soylemez jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyan kes an kesên nasnameya wan ne diyar, ketin hundurê Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Gare du Nord a li Parîsê û êrîş pêk anîn.
Di êrîşê de gulle berdan serê Cansız ve Dogan û gulle li ser û zikê Soylemez xistin. Piştî bûyerê polîsên Fransî kete hundirê avahiyê û lêkolîn kir. Saeta êrîşê naye zanîn. Nûçegihana Ozgur Polîtîka Selma Akkaya diyar kir ku ji ber hevalên Fîdan Dogan bi saetan ti agahî jê nastînîn doh saet di 01.00´an de çûne avahiyê, li pêşiya derî şopên xwîne dîtine û li ser vê yekê agahî dan polîsan, derî şikandine û ketine hundir.
Wezîrê Karê Hundur çû cihê bûyerê
Piştî bûyerê Wezîrê Karê Hundur yê Fransî Manuel Valls jî çû cihê bûyerê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û lêkolîn kir. Valls bi nûnerên FEYKA re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku wê vê êrîşê bişopînin. Valls got, "Ev ne bûyereke ji rêzê ye. Polîs wê lêkolînên xwe didomînin. Ne mimkûn e ku em êrîşeke bi vî rengî qebûl bikin."
Valls, di daxuyaniya xwe ya dabû radyoya France-info jî êrîşa pêk hat weke "Suîkasteke naye qebûlkirin" bi nav kir.
Li cihê êrîşê lêkolîna heyeta girêdayî Wezareta Hundir dewam dike. Waliyê Parîsê, Parlamenterên Partiya Komunîst a Parîsê, Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst jî piştî êrîş bihîstin çûn cihê bûyerê.
Êrîşeke profesyonel
Serokê Federasyona Komeleyên Kurd yên Fransayê (FEYKA) Mehmet Ulker jî piştî êrîşê daxuyanî da û destnîşan kir ku cihê bûroyê li navenda bajêr e diyar kir ku êrîş bi awayekî profesyonel pêk hatiye.
Piştî êrîşê rewşa polîsê fransî jî kete rojavê. Ji ber polîsê fransî her tim siyasetmedarên kurd dişopand, tê diyarkirin ku çawa bûye ku êrîşeke bi plan a bi vî rengî nedîtiye.
FEYKA xwest ku rayedarên fransî di vê mijarê daxuyaniyekê bidin û vê êrîşê ronî bikin.
Kurd herikîn Parîsê
Piştî qetilkirina 3 siyasetmedarên jin yên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez bi hezaran Kurdistanî li Parîsê li cihê bûyerê li hev kom bûn. Piştî ku cenazeyê sê siyasetmedarên Kurd ên jin ên ji Navenda Enformasyona Kurdistanê hatin derxistin, bi hezaran kes li pey cenazeyan meşiyan. Kurdan pankartên “Tohildan-Întîkam” hildan û sloganên “Şehîd Namirin” û “Qatil Tirkiye” gotin. Gelek Kurdistaniyên ji welatên cûda yên Ewropayê doh tevahiya rojê herikîn Parîsê.
Kurdistaniyên li Gare Du Nord kom bûne heta Komeleya Kurdan a li St. Denisse meşiyan. Tevî Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar û Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal gelek hunerên saziyên Kurd û siyasetmedarên Kurd jî tevlî meşê bûn. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar diyar kir ku ev êrîş li hemberî gelê Kurd hatiye kirin û xwest ku gelê Kurd bi awayeke herî xurt bersivê bide vê êrîşê.
Rêxistinên civaka sivîl nerazîbûn nîşan dan
Gelek rêxistinên civaka sivîl jî bi daxuyaniyan êrîş şermezar kirin. Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DÎDF) û Konfederasyona Karkerên Bindest yê Ewrûpayê (AvEG-Kon) êrîşa li dijî siyasetmedarên jin ên kurd şermezar kirin û xwestin polîsên fransî kûjeran bibîne.
BASK peyama sersaxiyê da
Ji aliyê din ve Tevgera Azadiyê Bask jî êrîşa li Parîsê şermezar kir û ji gelê Kurd re sersaxî xwest. Tevgera siyasî ya Bask´ê Ezker Abertzale di daxuyaniya xwe ya nivîskî de weha got:"Têkoşîna gelên me yek e. Weke Çepa Abertzale em ji gelê Kurd û penaberên Kurd yê li Ewropayê re piştgiriya xwe nîşan didin û sersaxî dixwazin. Di peyamê de bi Baskî gotina "Agur eta Ohore Sakine, Fidan eta Leyla" ku ji bo oxirkirina şehîdan tê bikaranîn û bi kurdî gotina "Bijî Kurdistan" cîh girtin.
YENI OZGUR POLITIKA/PARIS-ANF
CDK: Em ê hesab bipirsin
Koordinasyona Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) kuştina sê siyasetmedarên Kurd weke „komkujiyeke bêbext“ nirxand û vê bangê li hemû Kurdên Ewropayê kir: „Ji bo protestokirina vê komkujiyê divê herkes 12’ê Çileyê roja sêşemê li meydana Bastilleyê werin cem hev dû.
CDK, kuştina yek jî damezrênerên PKK’ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parisê Fidan Dogan û kadroyên ciwan ê tevgerê Leyla Sonmez bi tundî şermezar kir. CDK bal kişand cih û dema komkujiyê û vê bangê li gelê Kurd kir: “Wisa dixuyê ev komkujî bi awayekî plankirî pêk hatiye. Em ê muheqeq hesabê vê yekê bipirsin. Komkujî di seatên nîva rojê de li kolanekî qelebalix a Parisê pêk hatiye. Her sê hevalên me jî bi guleyên ku berdane serê wan, hatine kuştin. Ji bo vê jî ev bêbextî û hovîtiyekî mezin e. Her wiha balkêş e ku ev qetliyam di dema bi serokatiya me re hevdîtinên çêdibin, pêk hatiye. Îhtimal heye ku ev komkujî li dijî çareseriyê provakasyon be jî.
CDK di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji bo bîranîna Cansiz, Dogan û Soylemez, wê li Parîsê meşek were lidarxsitin û bang li hemû Kurdistaniyan kir ku tevlî meşê bibin. Di dawiya daxuyaniyê de weha hat gotin: „ Têkoşîna me bi xwedî derketina şehidên xwe, her tim her cure êrîşî vale derxist. Ji bo vê jî divê gelê me tevlî protestoya ku 12’ê Çileyê roja Şemiyê seat 12’an li meydana Bastille ya Parîsê were li dar xistin, bibe.”
BRUKSEL
KCK: Êrîşkar Gladyoya Tirk e
KCK’ê ku piştî qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin, daxuyaniyek da û diyar kir ku mêtinger û faşîst naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe û êrîşkar gladyoya Tirk e.
KCK’ê qetilkirina, yek jî jê damezînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev yek ji bo tevgera me, gelê me û hemû jinên Kurdistanên windahî û êşeke mezin e.”
KCK’ê da zanîn ku Sakîne Cansiz bi zanebûn hatiye hedefkirin û got: “Ev komkujî rêxistinkirî, plankirî û bi awayeke pir şareza û hostayî hatiye kirin. Gava mirov li awayê bûyerê dinêre jî, dibîne ku dibe ku ev komkujî ji aliyê hêzên profesyonel ên navneteweyî ve hatibe kirin. Aşkere ye ku kesên ku vê êrîşê pêk anîne, naxwazin pêvajoya ji aliyê Rêbertiya me ve hatiye destpêkirin pêş bikeve û pirsgirêka Kurd çareser bibe. Ev komkujî ji aliyê derdorên ku dixwazin mêtîngeriya li ser gelê Kurd berdewam bike û derdorên ku li hemberî gelê Kurd xwedî armancên qirêj ve hatiye amadekirin û pêkanîn.”
Divê Fransa aşkere bike
KCK’ê bal kişand li helwesta Fransayê û wiha got: “Ger dewleta Franseyê di vê mijarê de dixwaze ji bin tohmetê derbikeve, divê teqez komkujiyê aşkere bike.” KCK’ê da zanîn ku Fransa bûyerê aşkera neke wê her tim wekî berpirsyarê bûyerê bê destnîşan kirin. KCK’ê diyar kir ku ji ber ku nikarin li hemberî tevgera wan bi ser bikevin van êrîşan dixin dewrê û wiha got: “Di bilindbûna têkoşîna me de û bi hêzgirtina Rêber Apo de cihê jinên Kurd pir girîng e. Di têkoşîna azadiya me de rêheval Sakîne bi duristiya xwe, bi biryariya xwe û bi qehremantiya xwe cihekî pir girîng xistiye nava dilê hevalan.”
Karê Gladyoya Tirk e
KCK’ê da zanîn ku dijminên gelê Kurd bi qetilkirina Sakîne Cansiz xwestin ku pêvajoya çareseriyê ku niha di rojevê de ye sabote bikin û wiha got: “Ev bivênevê karê Gladiyoya Tirk e. Ev êrîş ji aliyê hêzên kûr a mêtingerên Tirk ve hatiye kirin. Heger îro hikûmeta AKP’ê ji aliyê çareseriya pirsgirêka Kurd de samîmîbûna wê ne bi propagandaya şerê psîkolojîk, wê ji bo ku bûyer were zelalkirin bisekiniya.”
KCK’ê diyar kir ku divê hemû gelê demokrat û welatparêz li welat ji derveyî welat xwedî li Sakîne, Fîdan û Leylayê derbikevin. KCK’ê da zanîn ku dîsa divê ku gelê Kurd li welat û ji derveyî welat hemû dakevin qadan û li hemberî mêtîngerî û faşîzmê têkoşînê bilind bikin ji ber ku ev yek peywîrek esasî ye.
ANF/BEHDÎNAN
PAJK: Em ê bersîv bidin
Meclisa PAJK’ê derbarê qetilkirina damezînera PKK’ê Sakîne Cansiz, endama KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Soylemez de daxuyanî da.
PAJK’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku qetilkirina 3 siyasetmedarên jin konsepta demekî ne, li hember Rêberê Gelê Kurd, gelê Kurd û tevgera azadiyê perçeyekî planên tasfiyeyê ne. PAJK’ê banga xwedîlêderketina 3 siyasetmedarên Kurd kir û wiha got: “Ji bo berpirsyarên qetlîamê derkevin holê û ji bo hesab pirsînê em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Em ê bi rihê serhildêr yê heval Sakîne ve bersiv bidin vê êrîşê. Em bang li hemû jinan, gelê Kurd, raya giştî ya demokratîk dikin ku li şehîdên me xwedî derkevin. Divê hemû cih vegerin qadên serhildanê.”