Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên bi balfir û topan li dijî gundên rojavayê Minbicê didomîne û sivîlan qetil dike. Hêzên dewleta Tirk ên nêzî El Babê bûne doh bûn hedefa balafirên şer. Fermandariya Giştî ya Tirk ragihand ku di encama êrîşa balafirên şer de 3 leşkerên wan mirine 10 jî birîndar bûne. Êrîşa mijara gotinê di salvegera xistina balafira Rûsyayê ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hat. Balkêş bû derbarê mijarê de Rejîma Sûriyeyê daxuyanî neda. Her wiha DYA, Rûsya û NATO têkildarî mijarê doh heya saetên êvarî jî ne axifîn. Dewleta Tirk bi daxuyaniya fremandariya giştî bi sînor ma. Serokomarê Tirk Tayyip Erdogan ku rojane qala dagirkirina Minbic, Bab  û herêmên din dike jî mijar ne anî rojevê û peyvek jî bilêv nekir. Medyaya alîgir a AKP’ê jî bangên xwînsariyê kirin û xwestin rayedar bi Rûsyayê re neyên pêşberî hev û zirarên ji vê yekê werîn dîtin rêz kirin.  Hate ragihandin ku 3 leşkerên di êrîşa balafiran de mirine jî fermandar in. 

Êrîşên xwe domandin

Tevî ku dewleta Tirk ji êrîşa balafiran a leşkerê wê hatin kuştin re bêdeng ma jî di mijara êrîşkirina Kurdan de helwesta xwe berdewam kir. Êrîşên li dij gundên Minbicê doh jî berdewam kirin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bersiva tund dane van êrîşan. Di şerê doh de li gundê Şêx Nasir tankeke dewleta Tirk hate tine kirin. Her wiha êrîşa artêş û çeteyên Tirk a li dij gundê Seb Wêran ê sivîl lê qetil kiribûn jî di encama berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî de hate şikandin. 

Arîma bû hedefa êrîşan

Bajarokê Arîma ku ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin bû hedefa bambebarana hêzên Tirk û çeteyên wê. Herêm bi aliyê balafirên dewleta Tirk ve hate bombebaran kirin. 


 MINBIC