Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, dema ku wesayiteke eskerî derbas dibû, bombe pê ve teqiya. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li taxa Girnewaz a navçeya Nisêbînê, doh serê sibehê dema wesayiteke eskerî derbas dibû, bombe pê ve teqiya. Nehat zanîn bê di teqînê de çend esker hatine kuştin û birîndar bûne. Gelek esker û polîs çûn cihê teqînê. Piştî teqînê li herêmê operasyonê dest pê kir. Heman rojê li herêma navbera gundê Kûmlûpinar û Kocabey ên navçeya Hezo ya Êlihê ji ber operasyona eskerên Tirk şer qewimî. Di şer de herî kêm 2 esker hatin kuştin. Lê derbarê van çalakî û şeran de heta niha HPG´ê daxuyanî nedaye. ANF/MÊRDÎN