Li dijî mirovahiyê mîmarî û dîzayn
Mîmarî û dîsayna mobîlyayan, dibe ku bi gelek kesan weiha bin ku ruhên hunerî di nava xwe de dihewînin. Lê divê mirov gelek caran baldar be; her du jî ji bo desthilatê, hêza siyasî û aborî, îqtîdara dînî pirr baş bên bikaranîn û sembolên wan çêkin. Ji vê û wêde di sêwirandina mekanên li raya giştî û amê re vekirî bi teşe bikin. Di bajarên me yên “modern” de, çêkirina parkan, kursî û bankên li van parkan, çêkirina kursî û bankên li rawestgehên otobos, trênan û li balefirgehan û hwd. dîsa mohra van mîmar û dîzaynkeran heye.
Lê gelo hûn dikarin bihizirin ku hin ji mîmar û dîzaynkeran dikarin li ser wê yekê serê xwe biêşînin, ka çawa dikarin bikin ku kesekî bêmal xwe li ser erda rast a binê pirekê dirêj neke yan jî xwe li ser parkekê dirêj neke. Hûn nikarin bihizirin, lê hene. Em çawa dizanin hene, ji ber ku berhemên wan hene. Kevirên li binê pirekê di nava betonê de çikandî, yan jî destik û palên li ser kursî û bankan wisa hatî bicihkirin ku kes nikaribe xwe li ser wan dirêj bike.
Lê bila ti kes neheqiyê li wan neke, wan rengên keskesorê jî bi karanîne ji bo vê armanca xwe ya neinsanî veşêrin, yan jî şîrîn nîşan bidin. Lê na, ji bo armanceke ne insanî ew mekanên amî hatine sêwirandin. Ya tê kirin eşkere dijminatiyeke di ast û aliyekî din a li dijî feqîr û bêtalihan e. Ev mînakên em dibînin ji bajarên cihê yên Ingilistanê ne. LONDON