Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Soro Amed ragihand li Stenbolê li dijî du endamên MÎT’ê bi bombeya destan çalakî kirin.
Yekîneya Tolhildanê di daxuyaniya niviskî de got, ‘’13’ê Çile li Stenbolê, li navçeya Bahçelîevlerê endamên Yekîneya Tolhildanê yên Şehîd Soro Amed li dijî du xebatkarên MÎT’ê bi bombeyên bi destan çêkirin çalakî kirin.’’
Yekîneya Tolhildanê got, dema ku endamên MÎT’ê di wesayitê de bûn wesayit kirine hedef û diyar kir, ‘’Di encama çalakiyê de 2 endamên MÎT’ê bi giranî birîndar bûn û ziyan giha wesayitê.’’
Herweha di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’Medyaya derewîn a desthilata AKP-MHP’ê nûçeya ku tupa LPG’ê teqiyaye serwîs kirin û wiha hewl dan ku ser rastiyan bigirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN