Komeleya Muzîkjenan a Izmîrê (IMD) bi şîara “Ji bo mafê huner ê bêpere” xwe digihîne beşên xizan û wêdekirî yên civakê û xebatên xwe yîn pirrzimanî li gund û kolanan belav dikin. Di plansaziya komeleyê de ye ku biçe Sûr, Cizîr, Silopiya û Şirnexê.

Qederê 40 endamên qeydkirî yên IMD´yê hene û ji bilî vê qederê hezar dildarên wêî hene. Perwerdeyên lêxistina bilûr, baxleme, gîtar, klarînet, erbane, baterî û armoniyê, yên deng û şanê dide pê re jî atolyeyên hunerên xweparastinê jî organîze dike. Di nava xebatên wê de koroya pirrzimanî jî heye û komele dersên siheta canê mirov jî dide.

16 sinifên komleyê hene û 350 xwendekarên wê hene. Li komeleyê 14 mamoste bi dildarî dersê didin û wekî din 15 atolyeyên wê hene.


Xebata koroya pirrzimanî 

Serokê IMD´ê Oktay Çaparoglu muzîkê wekî parçeyekî jiyana civakî dinirxîne û dibêje, “Xebata me ya koroya pirrzimanî heye. Li vir armanc ew e ku hevtesîrkirina di navbera gelan de mumkin bike. Niha em fêrî stranên ni 15-16 zimanan bûn. Boşnakî, Bulgarî, Gurcî, Kurmancî, Kirmanckî, Ermenîkî, Rûmî, Farisî, Ibrî, Çerkezî û Erebî ji wan zimanan in ku em fêrî stranên wan bûne. Hem ji bo ku em fêrî bilêvkirina wan zimanan bibin û hem jî em dixwazin êşên di dîrokê de ew ziman bi wan rûbirûbûne, komkujiyan û qirrkirinan çêtir bidin xuyakirinê. Hem di warê dîrokî de êşên me dibin hevparên hev û hem jî bi tesîrkirina li hev em ji hev haydar dibin.” 

 

‘Em ê biçin Cizîr û Sûrê’

Çaparoglu dibêje, wan ji navçeya Batmanê Hezoyê re qederê 30 înstrûmanên muzîkê birine û bi zorokan re xebata muzîk û rîtmê kirine û wiha dewam kir: “Em dixwazin biçin cem wan zarokan, û bikin ku binpêkirinên mafên wan neyên jibîrkirin; li heberî wê yekê bisekinin ku bi siyasetên nijadperest Rojhilat û Rojavayê vê welatî ji hev bên qutkirin. Di esasê jihevqutkirinê de destwerdana dewletê heye. Em hewl didin vê bişikînin. Niha li dijî penaberan lînç hene. 

Em biçin ku, em fêrî zimanê wir dibin. Li gorî çalakiya mirov tercîh dike, sîstem zextê li mirov dike. Hersal meha Kanûnê em Roboskiyê bi bîr tînin. Roboskî ji bo me sembolek e. Desteka me ya ji malbatên ji Roboskiyê re dewam bike. Em ê li ser rêya xwe ya cihgitrina li aliyê bindest, jin, zarokan dewam bikin, em ê li ber tacîz, destavêtinê, neheqiyan rabin, em ê li cem hawîrdorparêzan bin.” 


MA / IZMÎR