Xebat bi lezgîn dest pê kir
Rêveberê komeleyê û hunermend Bekîr Ozbey jî anî ziman ku 25 salin bi muzîkê re eleqeder dibe û wiha got: "Em dixwazin di bin baneyê NÇM'ê de kêmasiyên çandê yên bajar temam bikin û xizmetek nû bidin destpêkirin. Bajarê Dîlokê bajarê koçberiyê ye. Piştî welatiyên ji gund û navçeyên xwe koç kirin, hatin li Dîlokê bi cih û war bûn. Ji ber koçberiyê çand û keveneşopî jî têk diçe. Dîsa bişaftin jî pêş dikeve. Em dixwazin bi xizmet û karê xwe rê li pêş bişaftinê bigirin û ji bo parastina çandê xebatek nû bidin meşandin." Ozbey, anî ziman ku ew ji niha de amadekariya 8'ê Adarê û Newrozê dikin û koma ji 7 kesan pêk tê amade kirine ku di 8'ê Adarê u Newrozê de derkeve ser dikê. Ozbay, anî ziman ku ew dê koma lîstik û şano jî ava bikin û bi awayekî xurt di meha Adarê de derkevin ser dikê.
DÎHA/DÎLOK