
Derdorên ku xwe li aramiya bajarên rojavayê Kurdistanê ranagirin, hewl didin tevlîheviyê derxin. Komeke ji 5 kesan pêr dema xwest di sînor re derbasî Tirkiyê bibe, ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel ve hatin binçavkirin. Piştî binçavkirinê, endamên Koma binavê Kordînasyon Amûdê, hewl da êrîşî baragehên Yekîneyên Parastina Gel bike û bi awayekî kirêt ziman dirêjî nirxên gelê Kurd kirin. Li Qamişlo jî piştî ku hêzên dewletê 25 ciwanên Kurd kir binçavan gel daket kolanan û 8 hêzên rejîmê 8 kes hatin binçavkirin.
Gelê Kurd yê ji destpêka şoreşa azadiyê li Sûriyeyê xwe birêxistin dike, li dijî rêjîma Baasî bûye beşeke girîng ya têkoşînê. Ji roja ku Kurd di 19´ê Tîrmehê û pê ve li Rojava dest danîn ser rêveberiyê, ev destketiyên Kurdan bû sedema nerehetiya hin derdorên xêrnexwaz.
Roja destepêkirina vê pêngavê, Yekîneyên Parastina Gel jî damezrandina xwe bi awayekî feremî ji raya giştî re ragihandin.YPG xwe li her devera Rojava Kurdistanê birêxistin kir û da zanîn ku ew ê ne girêdayî tî hêzeke siyasî be û li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigere. 30'ê Tebaxê di navbera Desteya Bilind a Kurd û rêveberên YPG de civînek hat lidarxistin û di encamê de hat destnîşankirin ku YPG wê li gorî daxwazên desteyê tevbigere. Bi gotineke din ji wê rojê ve, YPG weke baskê parastinê yê fermî hat pejirandin.
Hewldanên provokatîf
Tevî vê yekê jî, hin derdorên ku hewl didin aramiya rojavayê Kurdistanê têk bibin, li pey kar û xebatên provokatîv in. Ev derdor ji bo siyasetên xwe birêve bibin jî, bi taybet bajarên mîna Amûdê, Dêrik, Kobanê û Efrînê hilbijartine. Destpêkê xebatên meclîsên gel yên li bajaran kirin armanca êrîşên xwe. Dema ku biser neketin vê carê jî berê xwe dan Yerkîneyên Parastinê.
Li bajarê Amûdê koma ji 5 kesan pêk tê, pêr dema ku xwest bê destûr sînorê Tirkiyê derbas bike, ji aliyê endamên YPG ve hat binçavkirin. Piştî bûyerê bi demeke kurt, koma ku navê Kordînasyona Amûdê lixwe kirî ku demeke dirêje dixwaze artêşa Sûriyeyê ya Azad li Amûdê bicih bike li nava bajêr agahiyên bi vî rengî belav kir: "YPG ciwanên ku ji leşkeriya rêjîmê reviyane girtine." Bi vî awayî xwestin ku tevlîheviyê derxin. Li ser vê yekê, komekê bi gotina sloganên dijî nirxên gelê Kurd û tevgera wî ya azadiyê berê xwe dan navendên kontrolê yên YPG. Ji ber vê, li nava bajêr alozî derket.
Ji YPG daxuyanî
Derbarê mijarê de, çavkaniyên Yekîneyên Parastina Gel daxuyaniyek dan û weha gotin: "Li bajarê Amûdê koma ji 5 kesan pêk tê, me xwest bê destûr sînorê Tirkiyê derbas bibe, ji aliyê hêzên me ve hate binçavkirin. Ev kesên behsa wan tê kirin, pasaportên Tirkî û hin belgeyên taybet di destê wan de hebûn." Çavkaniyên YPG dan zanîn ku li ser daxwaza Desteya Bilind a Kurd wan şevê din 5 kesên di bin çavan de berdan e û ragihandin ku endamê desteyê Îsmaîl Hemê ji wan re gotiye, ew ê mijarê ji nêz ve bişopînin.
3 ciwanên binçavkirî hatin berdan
Li bajarokê Girkê Legê jî hêzên rêjîma Sûriyeyê bi armanca ku wan bibin, 3 ciwanên Kurd girtin. Li hemberî vê yekê xelkê bajarokê Girkê Legê daketin meydanan û ji komîteyên parastina sivîl xwest ku dest werdin rewşê. Di encamê de 6 leşkerên Sûriyeyê ji aliyê komîteya parastinê ve hatin girtin. Berxwedana xelkê Girkê Legê û helwesta komîteyên parastinê bû sedema ku her 3 ciwanên Kurd werin berdan. Hat ragihandin ku komîteyên parastina sivîl hêzên rêjîmê hişyar kirine ku buyerên bi vî rengî dûbare nebin.
Li Qamişlo berxwedana gel
Piştî Girkê Legê, hêzên Rêjîma Sûriyeyê doh li bajarê Qamişlo jî xwestin bidarê zorê ciwanan bişînin leşkeriyê. Li taxên Qudûrbeg û Sûka Hal hêzên Sûriyeyê bi ser malan de girtin û ji bo wan bibin leşkeriyê 25 ciwan girtin. Piştî bûyer hat bihîstin, rêxistina Komalên Ciwanan a rojavayê Kurdistanê, kordînasyonên Serkeftin û Tolhildan banga serhildanê li gelê Kurd kirin. Li ser vê bangê, li her deverên bajêr gel dakete meydanan. Li taxên Enteriyê û Qenat Siwês li her deverê agir hat dadan û riyên sereke li çûnûhatinê hatine girtin. Ji taxên Hilêliyê, Kornîş û Xerbî jî bi sedan kes berê xwe dan Mizgefta Qasimo. Asayîşa bajarê Qamişlo jî, li hemberî girtina 25 ciwanan, bi ser navendên hêzên rêjîmê de girt. Di encamê de 8 endamên hêzên rêjîmê ji aliyê asayîşê ve hatin girtin.
Piştî berxwedana gel, Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel YPG bi daxuyaniyekê helwesta asayîşa Qamişlo û ya ciwanan li hemberî zextên hêzên rêjîmê silav kir. Fermandariya YPG ragihand ku ew bi hemû hêza xwe destekê bidin têkoşîna gel ya li dijî zilmê.
QAMIŞLO