Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, li ber Zanîngeha Îslamê ya li bajarê Hollanda Rotterdamê hat protestokirin. Çalakgeran dovîzên tweeta Rektorê Zanîngehê Ahmet Akgunduz ên li dijî Elçî nivîsandî şermezar dikirin, hilgirtin û xwestin Akgunduz ji wezîfeyê bê girtin.

Wezîra Perwerdeyê ya Holendayê Jet Bûssemaker der barê Akgunduz de dabû xuyakirin, ku ew hêvîdar e ji ber van gotinên xwe yên nefretê, li hemberî wî gilî wê bê kirin. Lê belê tê gotin ku Wezîra Perwerdeyê Bûssemaker ji bo derxistina qanûna di vî warî de xwe nade ber berpirsyariye.


´PKK’e ne rêxistinek terorî ye!´

Li bajarê Elmanyayê Hannoverê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê hêzên dewletê ve hat protestokirin.

Li bajarê Hannoverê hevbirên ABDEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk qetilkirina Tahîr Elçî protesto kirin. Li ser navê NAV-DEM, ATIF û MLPD´ê di çalakiyê de axaftin hatin kirin.

Axaftvanan diyar kir ku Kurd, sosyalîst, demokrat û rojnamevan li hemberî qetilkirinê serî natewînin, û gotin, divê AKP dest ji vê faşîzma xwe berde. Axaftvanan xwest ku AKP guh bide daxwazên gelan, cemaetên baweriyên cihê, ciwanan, jinan, kedkaran û tavilê vegere maseya muzakereyê. 


 ROTTERDAM/HANNOVER