
Piştî ku bi qeyûm Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat dagirkirin, peymana lîstikvanên şanoya bajêr hat xespkirin û 31 şanoger ji kar hatin avêtin. Derhênera Giştî ya Şanoya Bajêr, Elvan Koçer, polîtîkayên qayûmî nirxandin û diyar kir ku ligel ku Şanoya Bajarê Amedê hatiye girtin jî ew di lêgerîna alternatîfên nû de ne û got: “Wek alternatîf em Şanoya Bajarê Amedê ava dikin, lêgerîna me ji bo cih jî dewam dike.”
Piştî ku qeyûm tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, gelek sendîka û navendên çand û hunerê jî hatin girtin. Qayûmê vê carê dest danî ser peymana lîstikvanên şanoya bajêr û 31 şanoger ji kar hatin avêtin. Derhênera Giştî ya Şanoya Bajêr Elvan Koçer diyar kir ku bi dagirkeriya qayûm re dîka şanoyê jî bi temamî hatibû dorpêçkirin û got, “Bi tayyînkirina qayûm re xebatên me hatin rawestandin lê belê em xwe ji bo xebatek bi hêztir amede dikin.”
Dikê bernadin
Elvanê anî ziman ku qayûm mudexeleyî xebatên wan yê hundirîn kiriye û axivî: “Qayûm fermiyeta xebatan tev bi xwe ve girê da û lijneyek ava kir.” Elvanê ji bo biryardariya dewama xebatên xwe jî got, “Em dikarin bibêjin şanoya bajêr nehatiye girtin tenê cihê xwe bi Şanoya Bajarê Amedê guhertiye. Erê, wek xebatkar em ji kar hatin avêtin, lê pirsgirêka me ne pirsgirêka kar e, tenê me cih guhert. Ji bo xebata xwe em di nava lêgerîna alternatîfên cuda de ne û em ê bi hunera xwe derkevin pêşberî gelê xwe. Wek alternatîf me Şanoya Bajarê Amedê ava kiriye, niha jî em di lêgerîna cih de ne. Civakeke bi ziman û çanda xwe heye.”
Dewlet her ew dewlet e
Elvanê bi bîr xist ku bûyerên îro, berê jî hebûn û got, îqtîdara AKP’ê heman zîhniyetê roja îro zindî dike. Elvanê destnîşan kir ku Şanoya Bajarê Amedê xwedî mîrateyeke 25 salan e û wiha dirêjî da gotina xwe: “Operasyonên qirkirinê yên sala 1995’an îro bi destê AKP’ê dubare dibe. Navendên çandê tev hatin girtin. Beriya bi mehekê, şanoya bajêr ya Êlihê hat girtin û xebatkar tev bi aweyekî derveyî hiqûqê ji kar hatin avêtin. Çi dibe bila bibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
AMED