Koma Şanoya Mencelê û Dengê Meyman, bi minasebeta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Naveneteweyî ya li Hemberî Şideta li dijî Jinê li hola Şanoya Mencelê ya li Wanê çalakî kirin.  Gelek jin beşdarî çalakiyê bûn. Di çarçoveya çalakiyê de wêneyên jinên ketin ber qirkirina jinê û serpêhatiyên wan hatin pêşandan.

Ji lîstikvanên şanoyê Dilvîn Abî axaftinek kir. Dilvîn di axaftina xwe de got, di pêşangehê de jî diyar dibe ku jinên hatine qitilkirin ji aliyê kesên herî zêde nêzî xwe ve hatine qietilkirin û wiha dewam kir: “Jineke ku hat qetilkirin li ber serê min hat kuştin. Lê min qêrîna wê nebihîst û nedît. Li derdora me gelek jin tên qetilkirin.  Em ê li dijî vê qirkirinê bêdeng nemînin.”

Piştî axaftinan, koma Dengê Meyman a Muzîkê li gel erbaneyê stran gotin.

JINNEWS/WAN