Bizavkar dibêjin, tankên Sûrî roja Duşembî hêrişî Hemayê kirin, rojek piştî bi kêmî ve 120 kes li wî bajêrî hatin kuştin.
Wezîrê Karê Derve yê Brîtanî William Hague got, pêdivîye cezayên tundtir li dijî hikûmeta Beşar El Esed bihête ragihandin, lê belê wî got ku civaka navneteweyî hêza leşkerî li dijî wê rejîmê bikar nayne. Herwiha hikûmeta Amerîkî û Yekîtîya Ewropî tundûtûjîya li dijî gelê Sûrî şermezar dikin.
LONDON
‘Mudaxeleya leşkerî li Sûryeyê nayê kirin’
Mullen got; “Tu diyardeyên ku diyar dikin ku Emerîkayî xwe têkelê van bûyeran dike, an jî wê têkel bibe, tune ne. Ji bo li welêt rê li ber reformên vebe, em dixwazin zextên siyasî û dîplomasî bi awayek hişk li ser Sûriyeyê bêne şidandin.”
WASHINGTON