Kurd û dostên wan li bajarê Elmayayê Stûttgartê bi banga Yekîtiya Hêza Demokratîk a Stûtgartê ji bo protestokirina faşîzma AKP/Qesrê mîtîngeke hevpar li dar xist.

Di protestoyê de ku li pêşiya mala çandê ya bajêr, li Meydana Schlossplatzê hat lidarxistin, bi sedan kes amade bûn û dirûşmeyên “Dîktator Erdogan, Qatil Erdogan!” gotin.

Ji bilî pankarta mezin a HDK-Ewrûpayê ku ‘Ji Rewşa Asayî ya li Tirkiyeyê re Na’ dinivîsî, dowîz, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji lîderên şoreşger ên Tirkiyeyê Îbrahîm Kaypakkaya hatin hilgirtin.

Di peyaman de binpêkirina mafan, qetlîam, dûrxistina ji kar, girtin û tecrîd ku AKP û dewleta Tirk li dijî Kurdan û Kurdistanê bi kar tîne, hatin îfadekirin.

Di daxuyaniya li mîtîngê de jî hat gotin; “Çeteyên AKP/Qesrê û dewleta Tirk a faşîst di êrîşan de ku li dijî gelê Kurd, sînorên heq, hiqûq û exlaqê nas nake. Nexasim jî êrîşên tecrîd û îzolasyonê yên li dijî Rêber Apo zêde bûne. Dîsa bi girtina wekîlên me, bi qeyûman desteserkirina şaredariyan, bêdengkirina çapemenî û beşên muxalif, planên nû yên êrîşên li dijî Rojava û Başûr tên kirin. Bi hedefa beralîkirina Kurdan û destketiyên wan ên demokratîk, bêîradekirina Kurdan tevdigerin. Wek Kurd, demokrat û şoreşgerên li Ewrûpayê, heta ev êrîş bên pûçkirin em ê çalakiyên xwe bidomînin.” 


STUTTGART