Bi armanca nerazîbûna li hemberî bidarvekirinan û êrişên rejîma Îranê li dijî gelê Kurd, doh li tevahiya bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî dest pê kir. Greva giştî ya li gelemperiya Rojhilatê Kurdistanê ji bo şermezarkirina darvekirina hersê girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Muradî, Luqman Muradî, Ramîn Hisên Pehanî û êrişa bi fuzeyan a li ser baregehên HDK û HDK-Î bi destê rejîma Îranê ye.

Piştî greva xelkê hêzên Îtlaatê bi cilên sivîl ketine meydanan. Armanca hêzên Îtlaatê ew e ku kesên serkêşiya greva giştî dikin bigirin.

Li gorî agahiyên hatine girtin, heta niha li bajarên Sine, Merîwan, Kamyaran, Bane yên parêzgeha Sine, li bajarên Serdeşt, Pîranşar, Mehabad, Bokan, Şino yên girêdayî Urmiyeyê greva giştî dest pê kiriye.

Her wiha li Sine û Kamîran şevê din bi dirûşmeyên li ser dîwar hatine nivîsandin, banga greva giştî hatiye kirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN