Denîz diyar kir ku pergala serdest ya mêr a 5 hezar salî çanda şîdet û zextan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê çandê, şer, komkujî, trajedî, qirkirin afirandiye. Di heman demê de mêtîngerî, zext û desteserkirin bûye çanda jiyanê ya rojane. Ev çanda şîdetê ku mirovahî aniye asta tunebûnê, rêbaza herî baş ku zîhniyta mêr a serdest desthilatdarî û pergala xwe bidomîne ye. Ev çand ji ber zayenda civakî di çarçoveya rolên ku li jin û mêr hatiye danîn her roj pêşve diçe û xwe nû dike, li piya dimîne.” Denîz di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku amûra herî bi bandor ku ya pergala desthilatdar xwe li ser piyan bihêle û bidomîne ‘Jin’ e û ji ber vê jî di esa çanda ku ava dike de koletiya jinê ye. Eylem Denîz wiha berdewam kir: “Pergala desthilatdar dizane ku çiqas jinê bike kole, çiqas biçewisîne, bê îrade bihêle, bike amûr dê berdewamiya pergala xwe bike bin garantiyê. Pergala modernîst bi vî awayî bi koletiya ku giran bûye jin mahkumê jiyaneke di nava şîdetê de kiriye.”
´Her roj têkoşîn´
Denîz da zanîn ku li cîhanê her roj bi hezaran jin rastî tecawiz, tacîz, şîdeta fizîkî û psîkolojîk tên û her roj bi sedan jin ji ber namûs, evîndarî û toreyê tên qetilkirinçEylem Denîz, diyar kir ku di 25’ê Mijdarê Rojata Têkoşîna li dijî Şîdeta li hemberî Jinan de nokta herî girîng eve ku jin xwedî li dîroka xwe derkeve û li dijî pergala serdest berxwe bide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Jin divê ne tenê li rojên bûne sembol yên wekê 25’ê mijdarê divê di her rojê de ji bo mafên gelan têkoşînê bidin meşandin.”
ANF-BEHDINAN