MÛRADA KENDA / ANHA / QAMIŞLO
Sekretêrê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku daxuyaniya wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê pêwîst bû ji bo dagirkerên Efrînê hatiba dayîn û wiha peyivî: “Li Efrînê dagirkeriya herî mezin pêk tê û rejîm bê deng e. Bi van gefan serketinên QSD’ê yên li dijî DAIŞ’ê tên hedefgirtin.”
Wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê Elî Ebdullah Eyûb, serokerkanê Iraqê Osman Ganîmî û serokerkanê Îranê Muhammed Baqîrî li Şamê li hev civiyan. Wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê Elî Ebdullah Eyûb, di civîna ragihandinê de gef li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.
Tekildarî gefên wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê Elî Ebdullah Eyûb, sekretêrê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî got, divê ev daxuyanî li dijî dagirkirina Efrînê ya bi destê Tirkiyeyê hatiba dayîn.
Pêşî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê tiştekî bike
Şêx Baqî bal kişand ser dayîna daxuyaniyê di salvegera dagirkirina Efrînê de û wiha peyivî: “Divê ev daxuyanî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê hatiba dayîn. Pêwîst bû hatiba gotin, em ê Efrîn, Idlib, Cerablus, Bab û Ezazê ji dagirkeran rizgar bikin. Wê demê me dikarîbû bibêjin, di civînê de hesteke niştimanperwer û welatparêz heye. Dagirkirina Efrînê ji van her sê dewletan re ne girîng e. Efrîn beşek ji axa Sûriyê ye û niha dagirkirî ye. Rejîma Sûriyê li dijî vê dagirkeriyê bê deng e. Niha jî herêmên ku bi destê şervanên QSD’ê hatine rizgarkirin, gefan li wan dixwin û dibêjin, bi operasyonên eskerî dê van herêman bistînin. Rejîma Sûriyê divê li hemberî dagirkiriya Tirkiyeyê tev bigere. Daxuyaniyên wiha nakevin ber xizmeta gelê Sûriyê. Bila despêkê herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de rizgar bikin. Gefên wan li dijî aramiya herêmê ne.”
Sê alî xuya ne aliyê çaran Tirk in
Şêx Baqî destnîşan kir ku civîna sêalî di rastiyê de civîna çar aliyan e û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk ne dûrî vê civînê ye. Ji roja roj ve, ev her çar dewlet li dijî tevgera azadiyê ne. Di civîna wan de jî ev nêrîn derket hole. Ev daxuyanî ji dewleta Tirk a dagirker re wekî nameyekê ye. Armanc ew e ku beramberî Idlibê, desthilatdariya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin meşandin.”
‘Çavsorî çareseriyê naîne’
Şex Baqî got, gef û çavsoriyên wezîrê parastinê yê rejîma Sûriyê pûç in û wiha dewam kir: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtina neteweyan û biratiya gelan pêk hatiye. Projeya gel berbiçav e. Alozî bi diyalogên Sûrî-Sûrî dê çareser bibe. Nabe ku rejîma Sûriyê ji gelê xwe re bibêjê ez ê te biperçiqînim û komkujiyan li ser te bikim.”
Şêx Baqî di dawiyê de got, bi vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê di herêmê de têk çûne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê daxuyaniyê dixwazin serketinên QSD’ê pûç bikin. Lê rastiyek heye ku vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê rizgar bûye û vejîneke nû çêbûye. Bi van çavsoriyan tiştek çareser nabe. Ji bo ku Sûriyeyeke nû û piralî bê avakirin, divê desketî û guhertinên 8 salan bibînin û pê bawer bikin.”