Jinên li Rojavayê Kurdistanê bi çalakiyên cûr bi cûr balê kişandin şideta li ser jinan.

Bi minasebeta 25´ê Mijdarê,Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên cûr bi cûr hatin lidarxistin.

Kongra Star li navçeya Tirbespiyê du semînerê cûda li her du bajarokên Maşûq û Ebû Firih re organîze kirin. Di semînera li gundê Gir Bekêl de endama Rêveberiya Kongra Star a Kantona Qamişlo Şaha Xelîl der barê roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de axivî û got ku li seranserî cîhanê tundiya li ser jinan hêjî berdewam e, tevî ku gelek dewlet îdîaya demokrasî û azadiya jinan dikin. Şaha bang li jinan kir da ku asta têkoşîna xwe li dijî zihniyeta baviksalariyê bilindtir bikin.

Di semînera li bajaroka Ebû Ferih de ji Nadiye Yûsif got bi saya şoreşa Rojava jinan rastiya xwe nas kirine.

Têkiliyeke adil divê

Buroya Jin a Meclîsa Sûriya Demokratîk jî li Hesekê bi jinan re civîneke berfireh lidar xist. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya taxa El-Muftî ya bajarê Helebê pêk hat.

Di civînê de Rêveberê Buroya Rêxistinî ya MSD’ê Rîhab Corc axivî û got:”Divê dawî li zilma li ser jinan were û têkiliya di navbera her du cinsan de adil be.”

Şideta li ser civakê ye

Li Kobanê jî jinan bi şanoyekê bal kişand şideta li ser jinê. Bi dehan mamoste, endamên jin ên saziyan û jinên Kobanê li Qada Jina Azad amade bûn û li şanoyê temaşe kir. Berî şano des pê bike rêvebera Kongreya Star Wehîde Omer axivî û got: “Divê jin her tim azadiya xwe bixwazin, şideta li ser jinan şideta li ser civakê ye, ji ber ku jin civak bi giştî ye, ne tenê nîvî ye.”

Jiyaneke rast

Li Serêkaniyê jî jinan bi semîner û şanoyê behsa şideta li ser jinê kirin. Semîner ji aliyê endama Kongreya Star Awaz Oso ve hat dayîn. Awaz dîroka Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan û berxwedana her sê xwişkên Mîrabal li dijî desthilatdariya baviksalar vegot. Awaz Oso her wiha şêwazên şideta li ser jinan û rêbazên rêgirtina li pêşiya tundiyê destnîşan kir. Awaz bang li zilaman kir ku têkoşîneke hevpar pêk bînin da ku dawiyê li tundiyê bînin û jiyaneke rast di nava jin û mêran de çêbe.

   

Şanoya li kolanan

Yekitiya Jinên Ciwan a Rojava li Serêkaniyê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya ser Jinan, şanoyeke kolanan pêşkêş kir. Şano behsa şideta li ser jinên û zewicandina zarokan dikir. Dema ku jinan rê girt û şano pêşkêş kir, gelê li sûkê bi baldarî li şanoyê temaşe kir. Piştî ku şano bi dawî bû, jinan bi çepik û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” şano bi dawî kir.

 

NAVENDA NÛÇEYAN