Huner yek ji rêyên întelektuel ên têkilîdanîna bi hawîrdor û dinyayê re ye. Her çand û nasnameyek jî xwedî hunerekî taybet e. Ji bo ku tesîrên sîstema desthilatdar li Bakurê Kurdistanê li ser zarokên li gundan kêm bikin, mamosteyên MA Muzîkê gund bi gund digerin û atolyeyan li dar dixin.
Sarya Ertaş yek ji mamosteyên MA Muzîkê ye; ew dibêje, bi atolyeyan ew bi hezaran zarokên gundan re hatine cem hev û wiha peyivî: “Em dizanin ka zarok di nava çi şert û mercan de mezin dibin. Ji bo ku bandora pergalê ya li ser zarokan kêm bibe, ji holê rabe, me xebatên atolyeyê çêkirin.”
Nûdem Tekîn jî mamosteyeke din a Akademiya MA Muzîkê ye ku armanc dike muzîkî bi zarokan bide naskirin. Ew jî dibêje, “Li gundan aktîvîteyên civakî ji bo zarokan pirr kêm in. Ji ber vê em bi biryar in ku xebatên xwe bigihînin gundan.”
Akademiya MA Muzîkê bi felsefeya ‘ji bo her kesî muzîk, li her derê muzîk’ li Amedê hat avakirin. Ew xebatên xwe li Amedê û temamê Bakurê Kurdistanê didomîne. Helbet gava ew behsa muzîkê dike, mûzîka Kurdî û mûzîka bi Kurdî, navenda xebatên wê pêk tîne. Ekîbeke ji 18 kesan, li gundên Bakurê Kurdistanê digerin, xebatên atolyeyê dimeşînin û bi zarokan re tên cem hev. Bajarên ku diçinê jî sê rojan li wan dimînin û armanca wan ew e ku têkiliya zarokan a bi hunerê re xurt bikin. Mamoste Sarya Ertaş der barê atolyeyan de dibêje, ew hedef dikin ku xebatên wisa zêde bikin û bi zêdetir zarokan re bên cem hev.
Li dijî bandora sîstemê
Saryayê nexasim îşaret bi bandora zêde ya sîstemê û dewleta Tirk dike û dibêje, “Ji 2017’an ve em xebatan dimeşînin, lê îsal xebatên xwe bi giranî ji bo gundan plan kirin. Ev çar sal in me amadekariya xebateke wisa dikir. Di bin banê MA Muzîkê de ev xebat ji xwe dihatin kirin. Lê me ev xebat berfirehtir kirin. Em çûn gundan. Berê em li Silopiyayê bûn. Em sê rojan li wir man, xebatên muzîk, lîstik û dramayê (şanoyê) hatin meşandin. Zarok li vê herêmê di şertên giran de mezin dibin. Ji bo bandora pergalê ya li ser zarokan rabe, me xebat dan destpêkirin. Heta derfetên me hebin em ê xebatan bimeşînin.“
Ji bo ku zarok hez ji huner bikin
Nûdem Tekîn jî destnîşan dike ku wan bi komeke ji 18 hîndekaran dest bi vî karî kiriye, û li ser mijarê wiha dipeyive: “Em beriya atolyeyan organîze bikin, sohbetan dikin. Em ewil, hewl didin ku zarok nêzî me bibin. Me bi vî awayî behsa huner kir ji wan re. Di warê huner de em performansên muzîkê nîşanî zarokan didin. Li gundan aktîvîteyên civakî pirr kêm in. Ji ber vê em bi biryar in ku xebatên xwe bigihînin hemû gundan. Me li Slopiyayê kir, li Stewrê kir, piştî vê derê jî em diçin Farqînê.”
Dewleta Tirk asteng dike
Lê ev karê Ma Muzîkê hema wilo bi rehetî jî nameşe. Ji ber ku armanc kêmkirina tesîrên sîstemê û dewleta Tirk e, dewleta Tirk jî gava jê tê, van xebatên neformel ên çandî jî asteng dike. Em ji Nûdem Tekîn fêr dibin ku qeymeqamiya Erxeniyê destûr nedaye ew atolyeyên xwe li gundên Erxeniyê daynin: “Me xwest em bi zarokên Erxeniyê re bên cem hev, lê ji ber qedexeya qeymeqamtiyê hat betalkirin. Tevî hemû astengiyan em ê xwe bigihînin hemûyan.”
MA/MÊRDÎN