HABÎBE EREN / JINNEWS / ENQERE


Gunay Karakuş a di komkujiya 10’ê Cotmeha 2015´an de bi awayekî birîndar filitî û protez li çîma wê hat xistin, wêneyan xêz dike. Encamên vî hunerê xwe wê di pêşangeha bi navê Ekînoks de pêşan dan. Ekînoks tê wateya şev û rojê û Gunayê jî li gorî cîhana xwe vê bi nav dike û dibêje, “Tarîtî hîna baş neçûye, hîna heye… Di rûyên xêzan de hîn fikar û keder hene. Min ew bi rengan tevlî hev kirin.”

Gunay Karakuş di komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê de birîndar filitîbû û di  pêvajoya li nexweşxaneyê bû xêzên xwe yên boyaxê niha di pêşanegehekê de raberî hunerhezan bûne. Gunay Karakuşê di 4 mehên li nexweşxaneyê mayî de wêne xêz kirin û pêşangeha wê di navbera 15-22’ê Mijdarê de li Galeriya Çankayayê tê pêşkêşkirin. Gunay Karakuş mamostetiya Ingilîzî dixwîne û di 10’ê Cotmehê de ji Edenê bi hevalên xwe re hat mîtîngê. Di komkujiyê de du hevalên wê jiyana xwe ji dest da û Gunay Karakuşê jî çîmekî xwe ji dest da.

Gunay Karakuşê çawa ku ji beşa dernakirina lezgîn û dermankirina birînên giran derdikeve, dest bi xêzkirinê dike. Wêneyê wê yê ewil jineke fîstan kesk e ku li ser çîma wê kûlîlkekê vedaye. Piştî vê xêzê, bi piştgiriyê xwe zêdetir da xêzkirina resman.

 

Bi hêvî û berxwedanê li dijê tarîtiyê

Navê pêşangehê Ekînoks e. Gunay Karakuş dibêje, “Ya di 10’ê Cotmehê de hatî serê me trawmayek û taritiyeke mezin bû. Ligel keder, xemgînî û têkçûnê, bi piştevaniyê, hêvî û berxwedanê ew tarîtî bû wek hev. Tarîtî hîna baş neçûye, heye. Lê me bi rastiyê dizanî û di heman demê de ronahiyek afirand. Wêneyên min zêdetir şopa berxwedan û hêviyê dihewînin.“

Gunay Karakuşê destnîşan kir ku piştî dermankirinê vegeriyaye Edeneyê û ji ber dermankirinê dem bi dem çûye Enqereyê û got, “Ez di hatin û çûyînan de diçûm komeleya xwişka xwe ya Tuzluçayirê. Yên komeleyê wêneyên min gelek ecibandin. Bi min bawerî anîn. Lê fikra pêşangehê ji bo min tiştekî ecêb bû. Ji ber ku qet perwerdeya min nebû. Lê wan cesaret da min.”

Gunay Karakuşê bal kişand ser piştevaniya mezin ya piştî komkujiyê û got, di roja pêşangehê de jî heman piştevanî hîs kiriye.