Nasir Yagiz ev 97 roj in ku di greva pirçîbûnê de ye û rewşa wî ya sihetê her roj  ji ya din bêhtir xirabtir dibe. Bijîşkê wî got, tiştek ji destê wan nayê û ya divê bê kirin ew e ku zext li dewleta Tir bê kirin da ku daxwaza bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan biçe serî.

Li navçeya Kelar a Germiyanê Herêm Mehmûd li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger de ye. Li aliyê din di roja 97´an de Nasir Yagiz çalakiya xwe ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike. Dr. Durê Mihemed Uren diyar kir ku rewşa siheta Yagiz nebaş e.

Çirûska berxwedanê ku bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven beriya bi 110 rojan destpê kir, belavî her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat bû. Li navçeya Kelar a Germiyanê, ciwanê bi navê Herêm Mehmûd li dijî tecrîdkirina Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kir.

Heta dawî li tecrîdê bê

Herêm Mehmûd ku di heman demê endazyar e, banga piştgirîdayînê ji bo çalakiyên greva birçîbûnê li hêzên demokrat kir. Mehmûd têkildarî armanca çalakiyê got, “Armanca çalakiya min piştigiriya ji bo çalakvanên di greva birçîbunê de û şikandina tecrîda li ser rêberê gelan Rêber Apo ye. Çalakiya heval Leyla Guven 110 roj li pey xwe hiştin. Nasir Yagiz jî bi heman armancê 97 roj in di nava berxwedanê de ye. Her wiha armanca min ew e ku ez îradeya hemû civaka azad û welatparêz xurt bikim. Li ser vî esasî min îro dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û nedorveger kiriye. Heya ku tecrîd bê şikandin wê çalakiya min jî dewam bike.”

   

Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina îradeya gelan e

Herêm bang li kesên azadîxwaz kir û got, “Ji bo bi hêzkirina doza rewa ya gelê Kurd divê her kes piştgiriya çalakiyan bike û çalakiyan berfireh bike. Bi heman armancê pêwîst e her kes ji bo ku tecrîd were rakirin, zextê li desthilatdarên herêmê û dewletên dagirker bike. Ji ber ku tecrîda li ser Ocalan, tecrîda li ser îradeya gelê Kurd û gelên herêmê ye.”

Zêdetir zextê li dewleta Tirk bikin

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan, endamê HDP’ê Nasir Yagiz 96 roj in li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ye. Bijîşkê Yagiz ji bo rewşa wî got, Yagiz heta niha 14 kîlo li xwe kêm kirine û rewşa wî giran dibe.

Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêrê Nasir Yagiz, ji 21’ê Mijdara 2018’an ve li Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye. Nasir di roja 97’an de bi baweriyeke xurt çalakiya xwe dewam dike. bijîşkê Yagiz, Dirê Mihemed li ser rewşa siheta Yagiz got, “Rewşa tenduristiyê ya Yagiz giran dibe, çavên wî kêm dibînin, serê wî diêşe, her wiha dilê wî baş naxebite”

Dirê Mihemed di dewamê de got, “Divê ji bo ku tecrîda li ser Ocalan were rakirin zêdetir zext li dewleta Tirk were kirin. Nasir Yagiz 14 kîlo kêm kiriye û ev yek jî tehlûkeyê li ser jiyana wî çêdike. Hewldanên me jî bê feyde ne, ji ber ku Yagiz dermankirinê qebûl nake. Ji bo vê, hemû aliyek zextê li dewleta Tirk bikin, daku daxwazên Nasir Yagiz werin pejirandin.”

 

ROJNEWS / HEWLÊR